Cîhan

Li Îranê 1000 girtiyên siyasî heye û 120 ê wan Kurdin

Li gor nûçeyeke NNSROJ Ehmedê Emuyî, li nameyek ji bo Serok Komarê nû yê Îranê nivîsandiye û têde hejmara girtiyên siyasiyên Îranê xistiye rû û daxwaz ji Serok Komar kiriye ji bo azadiya wan girtiyan têbikoşe.

Behmen Ehmedê Emuyî rojnamevanê girtiyê Îranî ku li naveroka nameya xwe de behsa girtiyan dike dide zanîn ku ew hejmara girtiyan ku ew behs dike kesên ji bilî di destê Îtla’at û navendên emniyetiyane û ew kesên ku li benda hukma dadgehê dikine.

Nameya Emuyî de  girtiyên siyasî 9 grûpên cûda de beş kiriye:

Beşa yekemê gîrtiyan Selefî û Kurdên Endamê El Qa’îde: Hejmara wan nêzîkî 200 kese. 120 kesê ji wan li benda 4 ê girtîxaneya Recayî ya bajarê Kerec hatine bend kirin. 22 kes ji wan hukma îdamê wergirtine.

Beşa dûyem girtiyên Behayî ne ku ew jî 110 kesin û li girtîxaneya çend bajarên wekî Simnan û Recayî hatine zîndan kirin.

Beşa sêyem endam û alîgirên partiyên siyasiyên Kurdistanê ne ew nêzîkî 120 kesan pêkhatiye ji endamên Partiya Demokrat, Komele, Pejak û PKK ne. Hejmarek ji wan girtiyan 20 heta sîh sale li girtîxanê dane, 14 kes ji wan hukma îdamê wergirtine û hukma heşt kesan jî zîndaniya heta hetayiye. Girtiyên siyasiyên Kurd li girtîxaneyên Kurdistanê bigre heta Bender Ebas û Zencan û Tehran û Xuzistan û girtîxaneyên dinê Azerbaycana Îranê hatine belavkirin.

Beşên din jî ji çendîn girtiyên cûr bi cûrên hizrî û siyasî pêkhatine

Back to top button