Kurdistana Başûr û Tirkiye dikare bibe federasyonek

0
3

Ji rojnama Akşam rojnemevan Şenay Yildiz li gel profesorê sosyolojiya siyasetê Prof. Dr. Ali Yaşar Saribay di derbarê rewşa siyasî ya Tirkiye û herêmê de hevpeyvînek berfireh kir. Di vê hevpeyvînê de hinek tesbîtên Ali Yaşar Saribay yên gelek balkêş hene. Rojevakurd beşek ji vê hevpeyvînê bi izna rojnemevana Akşamê Şenay Yildiz ji bo xwendevanên xwe wergerand kurdî.

 

Beşek girîng û dirêj ya hevpeyvîne :

 

Ak Partî niha partiyek çewene?

Prtiyek sosyal liberal e.

Di damezirandina Ak Partiyê de fenomenek îslamî hebû. Ev çewe çêdibe?

Sîstema rasmalî û kapîtalîst her tiştekî diguherê. Bingeha Ak Partiyê nîmetên sistema kapîtalîst naskir û jê feyde dît. Ev bû sedemek ku bingeha partiyê berê xwe da hinek daxwazên objektîf. Bi salan ev beşên xelkê tiştên wek betlanê, seyahet kirin, karanîna cilên bi merqe nasnakiran, niha ji van nîmetan feydê dibînin û kar tînin. Ev bû sedemê guhertinekî mezin. Sedemê ku ez dibêjim Ak Partî partiyek sosyal lîberal e eve.

Hun CHP-ê wek partiyek çep dibînin?

Nexêr,ez bi tu awayî CHP-ê wek partiyek çep nabînim. Eger min nizanibûya çepitî çîye belkî min bawerbikira ku ew çepin. Lê tu pêwendiya vê partiyê bi çepitiyê re tuneye.

CHP çîye?

Partiyek muhafazakar e.Heta ji Ak Partiyê jî çêtir ber bi aliyê rast ve ye. Gelek siyaseta wan ji ya Ak Partiyê şûndetir e.

Hun BDP-ê wek partiyek çep dibînin?

Nexêr ew jî ne çepin. Niha di parlementoyê de partiyek çep tuneye. Ji ber ku  li Tirkiye ked gelek biçûk tê dîtin. Bazirganiye siyasî welê kir ku partiyek ji bo denga destpêxe çi bike rast hate dîtin.

Hun helwesta BDP-ê ya ku neçûn parlementoyê û sund nexwarin çewe dinirxînin?

Rastî  hêviyên min şkinandin. Hêvîk ya min hebû ku, dê BTP-ê dijî tundiyê di parlementoyê de bi awayek objektîf bi helwestek demokrat bibûna dengê wijdana civatê. Lê mixabin welê nebû. Nehatina wan ya parlementoyê ne protestoyek basît e. Ev  nakokiyek navxweyî ye û reda firsenda muzakerî ye. Tu cara pêwendiya xwe ya li gel tundiye inkar nakin. BDP-ê xwe xilas kir , baweriya min BDP ji berî xudê bide mir.

 

 Ji dema hilbijartinan heta niha rewşek gelek tund heye.Ev qonaxa tund rê li çareseriya pirsa kurd digire?

 Ev pêvajo ne gelek zelale.Biryarên ku hukumet bi serê xwe bigre û siyaseta rêvebibe gelek girîng e. Lê muxatab bête kifşkirin dê gelek girîngtir be. Li vê derê muxatab BDP ye û cihê wan jî parlementoye. Lê BDP ev rê ji bo xwe hilnebijart. Bi awayekî hukumet çi dibêje  wale diçe.  Divê BDP vegere parlementoyê, ji bo demokrasiyê, destûrek nû di parlementoyê de tekoşîna xwe bide.BDP divê projeyên xwe deynê holê û “ demokrasiyek hevbeş“ pêkwerê.

Kemal Burkay Ecevitê kurdaye

Vegera Kemal Burkay ne tiştek tesedufe. Ez Kemal Burkay wek Ecevitê kurda dibînim. Hêviyek heye ku ew siyasetek aşitiyane rêve bibe û ez bawerim di vê derbarê de jî ji bo wî dê imkan bêne amadekirin. Ev çêbibe heta redeyekî BDP dimîne derve. Belkî hin kesên ku di zihniyeta Burkay de di nav BDP-ê de werin ba Burkay cih bigrin. Divê em hêviyêbin û bibînin, lê ne ihtimalek dûr e. Li gora min ev dê baş be.

 

Heyîna statuquya kurdên Iraqê dê çewe bandora xwe li ser pêvajoya çareseriya pirsa kurd li Tirkiye bike?

Imkan heye ku pêşerojê de federasyonek di navbera Bakurê Iraqê û Tiriye  pêkwerê. Tirkiye xwe ji vî rolî re amade dike. Yanî bi wateyek din Tirkiye bi mezinbûn, xwe kiçik dike. Wek mînaq rolê me li Rojhilata Navîn dibe sedemê teqdîra  gelek terefan. Dengê kesekî li himber vê dernakeve. Federasyonê  jî bi vî awayî dê bidin qebûl kirin. Ev  yek dikare di pêşerojê de pêkwerê. Ji xwe rehmetî Ozal behsa vê yekê kirîbû. Ozal gotibû ku: “Min gelek tişt bi leşkeran dabûn qebûl kirin, lê min nekarî ez bi sivîlan bidim qebûlkirin“ Ev  yek faktora terorê jî dawî tîne.

 

Gelo tu sedemên objektîf hene ku tu dibêjî Tirkiye xwe  amade dike?

Gelek pêwendiyên darayî bi xort li gel Bakurê Iraqê hene. Di bin bandora beşekîdebê jî li Silêmaniyê zanîngehek heye. Ji avakirina xaniya bigre di hemî warî de destê Tikiye ketiye nava Bakurê Iraqê. Ev ne j bo xatirê çavên Iraqê ye, Tirkiye jî berjewendiyên xwe difikire.

Ji xwe heyina heremekî kurdan ji bo Iraqê jî ne tiştek gelek hesaniye.Yanî her gav dikare bibe sedemê tevlîheviyek mezin. Ya din jî bê ku Tirkiye parçe bibe rêya çareseriya pirsa kurd ya herî akilane ev e. Kurdên bi akil ji xwe veqetandinê naxwazin. Ev formileke ku hem kurd wek devletekî hebin, hem î bikaribin li gel Tirkiye bimînin.

 

Hevpeyvîn: Şenay Yildiz/Akşam

Werger: D.J/Rojevakurd

Nerîna min :