CivakRojev

Kurdistan wekî herdem wek faktereke aramiyê li Iraq û navçeyê de dimîne..

Sala nû li hemû Kurdistaniyan, li malbatên serbilindê şehîdan, li gelê Iraq û nûnerên welatan û hevpeymanên li Kurdistan û Iraq, her wiha li cîhanê pîroz dikim, hêvîdarim li sala nû de Kurdistan, Iraq û tevahiya mirovayetiyê, nexweşî û dijwariyên sala derbasbûyî, pejika kovîd-19 û encamên wê bi cîh bihêlin û saleke pir li aramî, xweşî birêbikin û jiyan asayî bibê.

Sala derbasbûyî Herêma Kurdistanê jî wekî hemû cîhanê ket ber encamên dijwariyên belavbûna virusa Korona, rewşeke nexwestî ya tendirûstî, darayî û aboriya dijwar, li Herêma Kurdistanê li xwe girt ku li hemû rûyek ve bargiraniyeke zêde xiste ser milê welatiyan. Bi sedan malbatên Kurdistanê ji ber pejikê ezîz û xweşdiviyên xwe ji dest dan, serxweşiyê li wan dikim û hevxema wanim.

Berî dawiya sala 2020 li Parlemena Iraqê tevgereke hêzên siyasiyên serekiyên Iraqê li gel Herêma Kurdistanê gelek sîtemkarane bû. Siyaseteke pir li dijayetîkirina Herêma Kurdistanê bû bi armanca ji karxistina xizmetguzariyan û birçîkirina xelkê Herêma Kurdistanê. Li yasaya pirkirina kurtanîna darayîda, hemû hewlekê dan û bi navê yasayê fermanber û mûçexorên Herêma Kurdistanê bi hemû awayekê ji mûçe û hêjayiyên darayî bêbeş kirin.

Eve dijî giyanê hevçarenûsî û pêkvejiyane û hestnekirine bi tu berpirsiyariyek beramber bi beşeke fermanberên dewleta Iraqê. Birêz Serok Wezîrê Iraqê û Hikûmeta Federal û hemû dezgehên fermiyên dewleta Iraqê, nedibûya wê nedadperweriyê beramber bi fermanber û mûçexor û xelkê Herêma Kurdistanê qebûl bikin. Hikûmeta Iraqê divê hêjayiyên darayiyên sala 2020 yê Herêma Kurdistanê li gor rêkeftinên berê qerebû bike, her wiha em li bendêne Neteweyên Yekgirtî, civaka navdewletî û hevbeşên me rola xwe ya li çareserkirina kêşeyan da bibînin.

Bîhnfirehiya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û mayina wan ya zêdetirê dû heftiyan li Bexda û nehiştina tu hêcet û behaneyek ji bo rêkneketinê, gelek niyazpakî û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeyan nîşandan, lê belê mixabin heta niha bersîveke baş û kirdarî ji aliyê Hikûmeta Federaliya Iraqê ve ji bo kêmtirîn mafên darayiyên Herêma Kurdistanê tûne!

Ewe bi tu awayekê ne amadebûne ji bo çareserkirina kêşeyên li gel Herêma Kurdistanê, belku sizadana xelkê Kurdistane ku bi tu awayeke yasayî û destûrî nîne û tenê bi mebest û biryara siyasî tê kirin. Amadehî û xwest û daxwaza me ya ji bo gihîştina çareserî û rêkeftineke yekcarî ya li ser bingehên destûriya Iraqê dûpat dikîn ku maf û hêjayiyên gelê Kurdistanê û aramiyê ji bo tevahiya Iraqê mîsoger bike.

Li ser asta siyasiya Herêma Kurdistanê jî, mixabin nakokiyên siyasî li navbera aliyên siyasî de berdewame, rewşa jiyan û derûniya xelkê Kurdistanê bi şereke astnizmî ya sosyalmedya xeraptir kiriye! zêdekirina wan cûdahiyên siyasî, hêzên siyasiyên Herêma Kurdistanê gelek lawaz dike û dibê sedema berbelavbûneke mezina civakê, eve jî awamiya civakî û asayîşa li Herêma Kurdistanê têk dide û pêwîste bi zûtirîn dem bê ragirtin.

Erkê hemû hêzên siyasiyên Kurdistane bîra parastina mafan û qewareya destûrî û siyasiya Herêma Kurdistanê û sîstema federaliyê bikin û pêkve kar ji bo wê bikin, li ber ewe jî divê demildest dawi bi wan nakokiyên siyasiyan bêanîn û li ser çareserkirina kêşeyên me rêk bikevîn. Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî wekî herdem bi hemû awayekê hevkar û piştevan dibê.

Ji bilî derbirîna spas û rêz û pêzanînên me yên ji bo têgihiştin û berevanîkirin û xweragiriya welatiyên Kurdistanê, spasî Pêşmergeyên qehreman û tevahiya hêzên emnî dikim ku parêzerê Kurdistanê ne, her wiha spasî pizîşk û perestar û tevahiya karmendên kerta tendirustiyê dikim ku li rêza pêş ya berevanîkirina virosa Korona da bûn.

Herêma Kurdistanê wekî herdem bi faktereke aramiyê li Iraq û navçeyê de dimîne. Li ser bingeha berjewendiya hevbeş, peywendiyên li gel welatên cîran û cîhanê pêş dixe. Li hevkarî û hemahengiya li gel hevpeymanan û hevbeşên me de berdewam dibê ku hê jî li Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstiya me bi berdewamiya erk û piştevaniyane.

Pêkve bi yekrêzî û yekhelwestiyê dikarîn li ser hemû dijwarî û qeyranan da ser bikevîn, cîh û pêgeheke baştir li Iraq, navçeyê û cîhanê bigrîn û rêrewa pêşxistin û pêşketina welatê xwe karbixîn. Em hemû li Kurdistanê bi tebayî, lêborînî û hevdû qebûlkirin, bi hêviyê ve ber bi paşerojeke ronak hengavan diavêjîn.

Sala nû li we hemuyan pîroz bê, hêviya saleke pir li xweşî û serkeftinê ji bo me hemûyan dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31/12/2020

Back to top button