Cîhan

Kurdistan û Macaristanê pirotokolek lihevtêgihiştinê îmza kir

Li Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê pêşwazî li Êstîvan Mîkola wezîrê dewletê bo karûbarên derve û bazirganiyê yê hikûmeta Macaristanê û şandeya pê re ku; ji wezîrê dewletê bo karûbarên parastinê, şîretmendê serokwezîr bo karûbarên ewlekariya enerjiyê, sefîrê Macaristanê yê Îraqê û Konsulê wê yê Hewlêrê pêkahatibû kir.

Şandeya mêvan ku, ji bona beşdarîkirin di merasima vekirina konsulxaneya gişît ya Macaristanê li Hewlêrê de bikin serdana herêma Kurdistanê kiriey, ew pêşkeftinên herêma Kurdistanê di hemû waran de bi dest va hatine bilind nirxandin.

Şandeya hikûmeta Macaristanê destxweşî li xelk û pêşmergeyê Kurdistanê kir ku, rûbirûyê terorê dibin û serkeftinên mezin dijî terorîstan bidest xistine û pêşmerge û xelkê Kurdistanê li xeta pêşîn ya şerê dijî terorê de ne û tekîd kir ku, ew dê li ser alîkarîkirina herêma Kurdistanê berdewam bin.

Têkeliyên navbera Kurdistan û Macaristanê û çewaniya pêşxistina wan têkeliyan di warê kulturî, civakî, serbazî, siyasî, enerjî û diplomasî de mijarek din a civînê bû.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, bi minasibeta vekirina konsulxaneya giştiya Macaristanê li Hewlêrê pîrozbahî li şandeya hikûmeta Macaristanê kir û got ku ji bona serkeftina kar û çalakiyên konsulxaneyê, hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye hemû hêsankarîyan bo bike û hevkariyê pê re bike. Barzanî got ku, Macaristan û Kurdistan dikarin di gelek waran de hevkariya hev du bikin û her çiqas nuha şerê li dijî teroê heye, lê di paşerojê de derffetên mezin yên encamdan kar û piorjeyan li herêma Kurdistanê çê dibin.

Beşdarîkirin herêma Kurdistanê di hikûmeta nû ya Îraqê de, çareserkirina pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê, serdana çaverêkiriya wezîrê nefta Îraqê bo Hewlêrê di civînê de ahtin behis kirin.

Pirtokolekê lihevtêgihiştinê di navbera herêma Kurdistan û Macaristanê de, ji bon zêdetir hevahengî û hevkarîya di warê kulturî, şûnwar, bazirganî û çend warên de, ji aliyê Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê û serokê şandeya hikûmeta Macaristanê ve hat îmza kirin.

 

 

 

 

Back to top button