Polîtîk

Kurdistan û Amerika rewşa şerê Daîş nirxandin

Roja sêşem 14.07.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraqa Federal û şandekî li gel kir. Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraq û Sûriye û her wiha rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da’îş li Enbar, Selahedîn û Nînowa xistin ber behs û guftûgoyan û çawayiya bilindkirina hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan û hêzên Iraqiyan hate nirxandin. Her wiha behskirina di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federala Iraqê û rêkeftinên di navbera Hewlêr û Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê bû.    

Back to top button