Cîhan

Îranê mercên welatên P5+1 qebûl kir

5 Endamên NY yên konseya ewlekariyê û Alamanya (Welatên P5+1) li gel Îranê bi rêkevtin.Li gora ajansa Reuters Îranê û Welatên P5+1 li ser rewşa atomî li Îranê li hev kirine.Li gora vê dê heta 5 sala ambargoya NY li ser Îranê berdewam be û dema pêwist wê ev welat bikaribin Îranê deverên karê atomî lê tên kirin kontrol bikin.Herweha li gora li hevhatinê eger Îran mercên li vê hevhatinê de hatine holê pêk neyne di 65 rojan de cardin hemu cureyên ambargoyê ji aliyê NY ve li ser Îranê bi cih dibin.Wek din li gora rojnama Guardian muhafazakarên Îranê vê li hevhatinê wek têkçûneki ya Îranê dinirxînin. Ebul Hasan Beni sadir ji rojnameyêre dayê xuyakirin ku, ev peyman teslîmbûna Îranê ye.

Back to top button