Di destpêka civînê de serokwezîrê Kurdistanê behsa civîna duhî a serokê Kurdistanê digel aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê ku, armanc jê behiskirina encamên civîna dawiyê a di navbera serokê Kurdistanê digel serokomarê Îraqê bû,kir. Serokwezîrê Kurdistanê got ku, civîna serokê Kurdistanê digel serokomarê Îraqê tekîd li ser yekhelwestî û hebûna bername û stratejîyeke yekgirtî li hember rewş û pêşhatên nu li devrê diqewimin kiriye. Nêçîrvan Barzanî got ku, civîna serokomar û serokê Kurdistanî îşaret bi wê yekê kiriye ku, herêma Kurdistanê bi helwestekî yekgirtî teamilê digel bûyer û pêşhatan dike. Serokwezîr ew gotinên ku, dibêjin herêma Kurdistanê bi ser du bilokan de dabeş bûye red kirin û got:
– Herêma Kurdistanê siyaset û stratejîya xwe heye ku, di berjewendiya herêma Kurdistanê de ye û terefdariya tu bilokan li dijî bilokek din nake.
Di civînê de reşnivîsa budceya federalî a Îraqê hat minaqeşe kirin û ji bo danûstandina li ser wê budceyê biryar hat dan û ku, şandeyeke herêma Kurdistanê bi serokatiya Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê serdana Bexdayê bike û ew made û bendên peywendî bi herêma Kurdistanê ve heyene digel Bexdayê minaqeşe bikin.
Nexweşiya Kolêrayê ku, du heftiye li îlayeta Silêmnaiyê bilav bûye, mijareke din a civînê bû û serokwezîrê Kurdistanê bi nave hikûmetê sipasiya wezareta saxlemiyê û wezareta çaredariyê kir ku, wan her du wezaretan karî rû bi rûyê wê nexweşiyê bibin û control bikin. Biryar hat dan ku, komîteyeke daîm ji wezareta saxlemiyê, pilandananê, darayî, şaredarî û çandiniyê ji bona rû bi rûbûna nexweşiya kolêrayê bê pêkanîn.
Civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê di civîna xwe a îro de, minaqeşeya bernameya karê wezareta xandina bilind û lêkolînênzanidtî kir. Û serokwezîrê Kurdistanê got ku, ji nuha û pêde divê xwandina master û diktorayê li gor pêdawîstiyên hikûmeta herêma Kurdistanê, bazar û sektora taybet be.
Ew milk û zeviyên pirojryên berhemanîna neft û gazî li ser tê encamp dan, dive bên tewîzkirin û jib o cîbicîkirina vê biryarê komîteyeke taybetmend bê avakirin.