Nivîsar

Kurdistan pirsgirêka hemû Kurdane

Gelek cara li Tirkiye û bakurê Kurdistanê karanina navê KURDISTANê bûye babetek sereke yê gotubêja û di vê çerçovê de siyaset hatiye kirin. Gelek hesanî Kurd ne ku ji bo Tirka yan jî kesekî din aciz bikin dibêjin KURDISTAN.Kurdistan welatê Kurdayê û bi sedên sala ji bo vî navî biparêzin şer kirine û li berxwedane. Lê nijadperestên Tirk bi tu awayî Kurda qebûl nakin û navê welatê Kurda li ser dilê wan barek giran e.

Endamê meclisa CHPê Newaf Bilek, di kongreya CHPê ya Diyarbekirê li gel Rûdawê axivî û gotiye Diyarbekir bajarek girîng ê Kurdistanê ye. Di serî de nijadperestan, medya girêdayî AKPê û medya nijadperest gelek êrîşê Newaf Bilek kirin,derbarê Newaf Bilek de doz hate vekirin, lê mixabin piraniya mezin a Kurda bê deng man. Sedem ewe ku dibêjin Bilek ji CHPê ye.

Kesek an jî aliyek di nav kijan partiyê de be ,eger behsa nirxêk ê Kurda bike pêwiste mirov wek Kurd pîşgiriyê bike. Eger tiştek rast bê gotin divê pişgirî bê kirin. Ji bilî hinek kesan di medya civakî de, li himber êrîşên nijadperesta pişgiriya Bilek bikin, gava herî bi nirx ji aliyê siyasetmedar Îbrahim Guçlû ve hate avêtin.

Siyasetmedar Guçlû li ser vê yekê bi zimanê Tirkî û Kurdî nivîs nivîsandin.Herweha pêwendî Newaf Bilek re datîne û pişgiriya xwe diyardike û di dadgehê de amadeye ku parastina Bilek bike. Hestên Îbrahim Guçlû û kesên wek wî dibe sedem ku hizrên netewî pêşbikevin û cesaretê dide xelkek rastiya xwe bêje.

Şaxa AKPê ya Elazîzê li dijê Newaf Bilek afîşek derêxist ,kaşo propagandeya xwe dikin û dijitiya CHPê dikin. AKP bi vê yekê xwe dixapîne. Nijadperestên Tirk di nava hemû partiyan de êrîş dikin, lê Kurdên di va partiyan de jî bê dengin. Gerek li himber helwesta AKPê ya şaxa Diyarbekir yên wek Abdurahman Kurd bê deng nemana. Lê mixabin her kesek ji bo berjewendiyekî li pirsa Kurd dinêre. Kemalistên di nava CHPê de jî dijitiya Bilek dikin û ji vê yekê gelek aciz bûne.

Ya me jî ewe ku em li welatê xwe û nirxên xwe yên netewî xwedî derkevin.

Nêrîn/Şirove

Back to top button