
Cara yekem ev pirsa li jêr hat kirin dema ku Rûsiya neçar ma ku dest ji hewldanên xwe yên girtina Kîev berde.
Pişitî leşkerê Rûsiyayê bi awyekî şeprize û bêseruber ji Xarkovê xwe paşve vekêşayî, carek din ev pirsa li jêr di rojeva cîhanê da gerim bû:
Gelo Ukrayina dikare di vî şerî da biserkeve?
Gelek sedem hene ku hindek behsa serkeftina Ukrayinayê dikin, lê di heman demê da yên ku li dijî wê daxvin jî hene.
Ji bo yên dibêjin Ukrayina dê bisekeve sê xal hene:
1- morala şerkirinê û motîvasiyona têkoşînê
Li ser vê yekê, leşkerên Ukrayina û civaka Ukrayina bi tevahî ji bo berxwedanê berhevin û ew dizanin ji bo çi şer dikin. Ew ji bo azadiya xwe û ji bo jiyana gelê xwe têdikoşin.
Rastiya ku wan yekem car karî leşkerên rûsî ji taxên kîevê paşve bikşînin û niha ji deverên mezin ên dagîrkrî li beşê bakur-rojhlatê welat ji nû ve vegerînin, morala wan a şer pitir bilind kir.
Li aliyê Rûsiyayê jî rewş berevajî ye. ji ber ku du caran neçar man ku ji deverên mezin ên ku dagîrkrbûn vekişin, leşkerên rûsî fêm kirin ku wêneyê ku rêberên wan ji şiyana şerkirina Ukrayinayê dida wan, wêneyek nerealîst bû û bi rastiyê ra nagunce. anku şiyana şerkirina Ukrayinayê beruvajî texmînên rêberên Rûsyayê bû.
Li ser vê yekê û berxwedana Ukrayinayê ziyanên giran ên Rûsyayê zêde dikin. Kes nikare bi zelalî bêje çend leşkerên rûsî di vî şerî da hatine kuştin, lê çavkaniyên ewlekarîyê yên rojavayî texmîn dikin ku di navbera 20000 -50000 leşkerê rûsî hatibine kuştin.
Leşkerên rûsî jî bi rastî nizanin ji bo çi şer dikin, ji ber hndê wan moralê şerkirinê nîne.
2- çekên ji rojava digehin Ukrayinayê
Di destpêkê da alîkariya ji rojava bo Ukrayinayê bi piranî sembolîk bû. lê dema ku Ukrayinayê şiyana berxwedanê li hember êrîşa Rûsiyayê nîşan da, îradeya şandina çekên giran zêde bû. di destpêkê da balafrên Diron (yên bê firokevan) ên tirkî bûn ku di şeran da germatiyek dida Ukrayinayê. niha ew di nav tişitên din dane, guleyên tangbir yên swêdî û topên giran ên amrîkayê hene.
Bi gşitî, rojava sermayedariyek mezin ji bo biçekkirina artêşa Ukrayinayê xerc kir û wê pişitevaniya dewletên rojava encam hebû.
Alîkariya pitir bi rêve ye, wekî, niha leşkerên ukrayinî li ser hejmarek çekên xwedî sîstemek nûjen yên brîtaniyayê rahênanê dikin û tên perwerde kirin. Ew çek û leşkerên hatîne perwerde kirin di demek nêzîk da dê li bereyên pêşîn yên şerî bên bicîhkirin.
Ji aliyek din ve, bi alîkariya Amrîkayê destê Ukrayinayê jî digehe zaniyariyên îstîxbaratî û îstîxbarata leşkerî, ev yek jî tişitek bû ku di hizira Rûsyayê da nebû.
3- Mînakên dîrokî
Li ser kaxezê, serkeftinek ji bo Ukrayinayê neberaqile. Rûsiya hêzek nuklerî ye ku di cîhanê da duyemîn artêşa herî başe, lê berê gelek cara qewmiye.
Ma kê hizir dikir ku Viyetinama bakur bi leşkerên xwe yên pêxwas dê bi ser leşkerê Amirîkayê da biserkevin? lê pişitî ku Amrîkayê zêdetirî 50000 kuşitî dayin, Amrîka neçar bû û vekşiya.
Di sala 1979ê da Yekîtiya Soviyetê ji bo rizgarkirina rijêma komunîst êrîşî efganistanê kr. pşitî 10 salan berxwedana gerîlayên ku Amrîkayê û Erebîstana S’udî alîkariya wan dikie û fînanise dikir, Rûsya wekî şikestî paşve vekşiyan.
Piştî hilweşandina Talîban û 20 salan parastina Afganistanê li hember terorê, hêzên amrîkayî di tebaxa borî da kuriya xwe xiste nav lingên xwe bi reva xwe ra negehişitin û ji Afganistanê derketin. Talîban ji nûve bûn desthlatdar.
Ev bi tevahî neberaqil bû, lê dîsa jî ew çêbû.
Lê metirsî jî heye ku serkeftinên Ukrayinayê yên li qada şer zêde werin şirovekirin. Rojava li îşaretan digere ku Ukrayina baş dimeşe, ew dixwazin Ukrayina di şer da bi ser bikeve an bi kêmanî rê li ber serkeftina Putîn bigire.
Tevî ku Ukrayina niha hindek axa xwe vegerandiye, hîn jî beşên mezin ên rojhlat û başûrê Ukraynayê di destê Rûsyayê da mane û çu garantî nîne ku çarenvîsa şer nikare vegere.
… Lê bersiva Putîn dikare çarenvîsa şer vegerîne
Em nzanin Rûsiya dê çawa bersva serkeftinên dawî yên Ukrayinayê bide, ji xeyinî bombebaranikirina armancên sivîl ku berê jî ew bombebaran qewmîne ku ew jî karek terorîstiye.
Heta nuha, Putîn tenê beşek ji hêzên xwe yên şerker di vî şerî da bikar aniye. Eger ew fermana seferberyek gişitî bide, hevsengiya hêzan dikare bi rengek berbiçav bê guhartin. Rûsya dikare mîliyonek serbazên din bişîne çeperên şerî. Ukrayina jixwe seferber bûye û nikare zêdetir hêzên xwe yên şerker zêde bike.
Gelek nîşan hene ku artêşa Rûsyayê heta niha gelek çekên kevin û nemoderin bi kar anîne. Dibe ku Rûsya hindek surprîz yên veşartî hebin ji ber ku heta nuha fermî neragehandiye ku welat di rewşa şer daye.
Metirsî jî heye ku Putîn gelek bêhêvî bibe ku çekên kîmiyawî an çekên nuklerî yên taktîkî bikar bîne, an jî ew dê bihêle ku karesateka nuklerî li senterê zaporîzîzîziya ya Ukrayinayê çêbibe.
Serkeftina Ukrayinayê ji bo cîhana derve jî metirsiyan çêdke. Putîn dizane ku heke Rûsyayê şer winda bike, ev jî hema bêje tê wateya dawiya wî wekî kesek xwedî desthelat.
Ev rastî wî pitir xeterinak dike ku ew di cihek berteng da bimîne. Heger ew ji ser desthlatê bê dûr xistin, em nnzanin dê kî û çi bikeve şûna wî.
Serkeftina Ukrayinayê, bi tevahî beraqile, lê Rûsya dê her bimîne, lê em nizanin bi çi form û rengî bimîne.
Jêder: Rojnameya swêdî Aftonbladet
Amadekirin: Nasrat Hacî