Polîtîk

Kurdistan êdî peymanên firoştina neftê îmza dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo firoştina neftê li gel kompanyayekî biyanî girêbestek encam daye lê belê hê jî nediyare naveroka wê girêbestê çiye. Niha Herêma Kurdistanê zêdetirê nefta xwe bi awayeke raste rast henardeya bazarên cîhanê dike û ji bo dabînkirina budce û muçeya fermanberan jî pişta xwe bi vê dahatê ve girêdaye. Şêrko Cewdet Serokê Lîjneya Uzeya(Enerjiya) Parlemena Kurdistanê got ew agahdarin ji wê yekê ku girêbesteke nû ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên derve ve encam daye lê belê ne agahdarî naveroka peymanê ne.Her wiha got wan daxwaza naveroka peymanê kiriye û biryare Wezareta Samanên Siruştiyan li dawiya vê mehê da, Parlemenê ji wê peymanê agahdar bike. Herêma Kurdistanê berê li derxistina neftê de hêsankariyeke zêde ji bo kompanyayên biyaniyan kiriye û zêdetirê girêbestên derxistina neftê girêbestên hevbeşin ku sudekî ber bi çav ji pereyê derxistina neftê diçê berika kompanyayên biyaniyan ve lê belê hê jî naveroka tu girêbestekî firoştina neftê nehatiye eşkere kirin.    

Back to top button