Polîtîk

Dijminîn Kurdistanê dijminetiya Barzanî dikin

Piştî ku hat diyarkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dixwaze armancên miletê Kurd bighîne astek bilind û mafê neteweya Kurd pêkbîne û piştî ku hewldanên dijminên Kurdan biserneketin, hemî dixwazin deselata Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di rêya perelmento re kêm bikin. Piştî Yektiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Komeleya Îslamî û Yekgirtû Islamî li gel hinek perlementarên din hewldan ku sîstema hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê ji hilbijartina giştî bibin nav perleman , gelek bi wê yekê dilxweşbûn û dest bi êrîşan kirin bo ser Serokê Herêma Kurdistanê. Kesî dawî ku dil xweşiya xwe anî ziman Şêwirmendê berê ê Serokomar Celal Talabanî “Wefîq Samirayî” ye ku di malpera xwe de li ser tora civakî (Facbook) nivisandiye ku Îraq bi hêztire li ew hewlidanên ku Serokê Herêma Kurdistanê dike, û dibêje: “Hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê bi tenê jib o veguheztina pirsgirêkên herêmê ne bo derve û ji bo bihêzkirina desolate Barzanî ne.” lewma Wefîq Samirayî ku di serdema rêjîma Beis de endamê dezgeha Istixbarata bû û bi dûve bû şêwirmendê Serokomar Talabanî, daxwazê ji Hikûmeta Îraqê dike ku alîkariya gelê Kurdistanê bike da ku ji deselata Barzanî rizgar bibe. Gotinên şêwirmendê berê ê Talebanî di demekê de tên hole ku Serokê Herêma Kurdistanê fermana encamdana hilbijartinê bo komîta hilbijartinên rasterast da bû lê belê 4 firekesyonên perlementoya Kurdistanê hewla têkbirina vê fermanê di nav perlemento de bibin./bas

Back to top button