Dosya
Kurdistan dibêje: Em bi pêkve bihêztirîn
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta komkirina bexşîn û hevkariyan ji bo rûbirûbûna şewba Corona li Kurdistanê, helmet û kampanya “Beyekewe Behêztirîn” (Em bi hevre bihêztirîn) ragihand.
Ji bo rûbirûbûna şewb û virusa Corona
Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kiriye, “Ji bo derbaskirina vê qonaxa dijwar pêşwazî û destxweşiyê li pêşve hatina welatiyan bi helwestên camêrane dikîn, li hevkarîkirina hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûna şewba Corona.”
Her wiha hatiye eşkere kirin: “Welatî dikarin hevkarî û bexşînên xwe li rêya vê hejmarên bankî ve pêşkêşî helmet û kampanyayê bikin”.
- Banka Minareya Hikûmî / bi hejmara hesabê: 493
- Banka Artî RT Taybet/ bi hejmara hesabê: 47186
*Ji bo zanyariyên zêdetir jî dikarin peywendiyê bi van hejmarên telefonan bikin:
07705590001
07501571911