Civak

Kurdistan dibe nawenda turîzmê

Rojnameya Akşam a tirkî di raporeke xwe de behsa herêma Kurdistanê dike û dinivîse ku berê herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve weke senterekê terorê dihate binav kirin, lê niha herêma Kurdistanê dixwaze bibe senterê tûrîzmê:

–          Bakurê Îraqê ku berê bi senterê terorê dihate binav kirin, lê nuha ew dixwaze bibe senterê tûrîzmê. Ji bo vê armancê jî bendava Dukanê  dikin kenarê deryayê daku zangîn û sermayedarn bo wir bikşînin. Ji bona ku Silêmanî bibe senterê tûrîzmî, hotêlên derece yek û markêtên mezin lê dirust dikin.

Rojname dinivîse ku Hêriş Miherim rêvebirê giştî yê hilbirînê dibêje ku, ji bona ku tûrîzim û zîraet li herêma Kurdistanê pêş bikebe, wan nexşerêyek amade kiriye û:
–          Em li hêviyêne ku kompanî û şirketên tirkî beşdariyê di wan pirojeyan de bikin.

Li gor rojnameya Akşam a tirkî, wezareta abûrî ya hikûmeta Tirkiyeyê jî lêkolînê li ser derfetên hilbirînê li herêma Kurdistanê dike û teşwîqa kompanî û şirketên tirkî dike ku li sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê bieazînin.

Rojevakurd

Back to top button