CivakPolîtîk

Kurdistan bersiva Malikê dide:Eve meydan û xwe biceribîne

Serokatiya Kurdistanê bi tundî bersiva gefên serokwezîrê berê yê Iraqê dide.Nûrî Malîkî Serok Wezîrê berê yê Iraqê li hevpeyvîneke li gel Sehîfey Exbarî ya Lubnanî zêdeçûneke zêde beranber mafên gelê Kurdistanê kiriye û axaftinên nebicîh di derbarê birêz Serokê Herêma Kurdistanê kiriye û rê bi xwe daye li gor mîzaca xwe behsa rûdanan û mafên gelê Kurdistanê bike. Malîkî li ser ewe rahatiye ku dijminayetîkirina xelkê Kurdistanê ji bo reklama hilbijartinê bikartîne, lê belê li rastiyê da ne ew bi xwe û ne jî ew xelkên li pey axaftinên wî dikevin ji bo me ne girîngin û hîç bihayekî nêrîna wa tûne.Cihê balkêşiyê ye kesek ku bûye bela li ser Iraqê û çavkaniyên şikestê û êş û geşbûna terorê bê hê jî şermê neke biaxive, diviya kesekî wekî ew ku Iraqê têkda dawî bi jiyana xwe anîba yan her hîç nebê xwe li pêş çavê xelkê Iraqê wenda kiriba. Ew kesê Iraqê kir ser lîsta gendeltirîn welatên cîhanê û rewaca dizî û bêseruberî û neşefafiyetê kir li welat da, ew kesê Iraqê xiste nav agirê tayîfegerî û li serdema wî sedan kes ji xelkê rewşenbîr û nuxbeyê Sûnne mezheb teror û bêseruşûn kirin, ew kesê nizanê soz û îmza çiye û wekî av vexwarinê peyman dişkîne û dûre ji prensîpên merdayetî û mirovbûnê, çawa dibe ku hel ji bo wî birexsê carekî din dest li desthilat da gîr bixwe? Ji Malîkî dipirsîn te ji bo Iraqê kiriye? zêdetirê pêncsed milyar dolar dahata Iraqê li ber dest bû, nîvê wê dahatê ji bo talan û gendeliyê çû û nîvê din jî ji bo wêrankirina Iraqê.Ev zilam li hevpeyvînê de zimanê gefê li dijî xelkê Kurdistanê bikaraniye, li vir da jê re radigihînîn ku eve meydan û xwe biceribîne. Berê dijminên gelek ji wî bihêztir xwe ceribandine ş li ber îradeya gelê Kurdistanê de çok danîne û tûşî çarenûsekî şûm hatiye.Li dîbaçeya destûra Iraqê da bi rûnî balkişandiye ser wê yekê ku pabendbûna bi destûr merce ji bo mayîna Iraqê bi yekparçeyî û eve Malîkî bû destûrê binpê kir û li bêwate xist û eger li serdema tarîkiyê de hukimraniya xwe rêz li destûr û mafê xelkê girtiba bi tekez ev karesat rû nedida, ji bo wê yekê kesek destûrê binpê kiribê nikare li ser destûrê bipeyve û muzayedeyê pêve bike.Serbixweyî ya Kurdistanê mafê gelê Kurdistane û bi tu awayekî ne li wê meqamêda ye axaftinê li ser bike, ew jî bila baş bizanê ku li serbixweyiyê da hemû Kurdistaniyek û aliyên Kurdistanê yek deng û yek helwestin û eger dilê wî be bê îradeyî ya çend Kurdek xweşe ewe bila dilniya bê encamê de cihê wî û Kurdên ser bi wî li zibildanka dîrokê dibe.Dr Umêd SebahPeyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê30.05.2017

Back to top button