Cîhan

Kurdistan ber bi serxwebûnê ve diçe

Parlementerê Swêdî yê partiya Liberal a gel, Frederik Malm di nivîsekî di rojnama Svenska dagbladet de behsa rewşa Iraqê û herweha behsa Kurdistanê dike.

Malm dide xuyakirin ku li herêma Kurdistanê rewşek bi îstikrar heye û kurdan ev yek daye ispatkirin ku dikarin xwe bi xwe îdare bikin.

 

Frederik Malm

Malm dide xuyakirin ku referanduma pêkwerê Kurdistanê gavek din ber bi serxwebûnê ve dibe. Herweha Malm behsa girîngiya pêwendiyên Kurdistanê û Swed dike û dibêjê divê welatê Swêd vê gava ku Kurd tavêjin pişgiriyê lê bikin.

Tê zanîn ku Frederik Malm dostek yê Kurdaye û serxwebûna Kurdistanê diparêze û vê heta wek pêwistiyekî dibîne.

Back to top button