Polîtîk

HAK-PAR hilbijartina protesto dike

PartiyaMaf Fam û Azadiya-HAK-PAR bi minasebeta hilbijartinên serokkomariya Tirkiye helwesta xwe ragihand.

HAK-PARê da xuyakirin ku, li gora qanûna Tirkiye ji bo yek bibe berendamê serokkomariyê du rê hene. 

Divê partiyek di hilbijartinên parlementoyê de ji seda 10 deng girtibin da ku bikaribe berendamekî ji bo serokkomariyê destnîşan bike. Yan jî divê 20 endamên parlementoyê beredamekî destnîşan bike.

Wek din kesek bi serê xwe nikarê bibe berednam yanjî yekî wek berendam nîşan bide.

HAK-PAR di daxuyaniya xwe de dibêje; em partiyekin ku me beşdarî di hilbijartinan de kir, lê destur rê nade em berendamê xwe ji bo serokkomariyê derêxin. Ji bo vê yekê jî me wek partî tu berendam destnîşan nekir.

Eger destûrê rê bida dê me jî ji bo serokkomariyê berendamek destnîşan bikira.

Her sê berendamên serokkomariyê ji bo çareseriya pirsa Kurd ne xwedî projeyekî ne. Kesek ji wan ji bo çareseriya pirsa Aleviyan tu pêşniyarekî nake.EV hemû statukoyê diparêzin.

Ji bo van sedeman HAK-PAR hilbijartina protesto dike û bangî xelkê dike ku ji bo dengdanî neşin ser sendoqan.

Back to top button