Rêza Al a Tirk dikin, ne ya Kurd!
Cemal BATUN
Al nîşana welatekî ye. Li cîhanê; rast an xelet, gel / neteweyan ji bo xwe – Al, wekî sembol hilbijartin e. Mirov alayekî dibîne, dizane nîşan a çi miletî ye. Piştî ku al wekî sembolên miletan hatin pejiradin, şîrketên mezin ên cîhanî, heta yên herêmî jî, ji xwe re logo / sembol wekî al hilbijartin e. Her kesek li cîhanê logo / sembola Mc Donalds, Mercedes, BMW, Toyota, Microsoft an Apple nasdike.
Sembol / Al a milet û welatê Kurdistanê – sor, spî, kesk û di nav da roja bi 21 tîrêjan e. Wekî – Ala Rengîn tê naskirin. Li ser Al a Rengîn gelek lêkolîn û nirxandin jî hatine pêkanîn. Li vir ez naxwazim, naveroka van lêkolînan hêja yên lêkolerên me yên qedrbildind biparve bikim. Ji xwe wan bi awayek berfereh nirxandinên xwe yên zanyarî pêşkeş kirin e.
Ji min re gelek gelek nemaqul tê, gava rêxistinek û siyasetmedarên Kurd rabin û rêzê ji nîşan û sembola miletê Kurd / Kurdistanê re diyar nekin. Heman rêxistin ango PKK û periferiya wê – PYD, PCDK, KODER û h w d, rêzek mezin ji alayên – Tirkan, Farisan û Ereban re diyar dikin, çima ji ya Kurd re – Na(!) Yên rêzê ji Al a Kurd re nîşan nede û dibêje ku li ser navê gelê Kurd daye rê, maneya wê: hin armanc, fêl û fêlbazî, konseptên neeşkere li dorê hene!… Ev hawîrdor ger rêz û ihtiramê li nirxên gelê Kurd / Kurdistanê digirin, divê dev ji van kiryarên ku nirxên gelê Kurdistanê dejenere dikin berdin!
Binerin serkirdeyên yekem ên PKK ji Ocalan bigre heta Demirtaş alaya Tirkan maç dikin, gava destek digihe Alaya Tirkan, xwedîtiyê li Al a Tirkan nîşan didin, dibêjin: bere dest negihije nirxên Tirkan, hurmeta Al a Tirkan dikin. Baş e : ev çi paradoks e ku hûn li dij Al a Rengîn derdikevin?
Niha derdora PKK, bi taybetî Serokê PKK Ocalan bi xwe carek din dixwazin pirsa Kongreya Neteweyî aktuel bikin.
Yek ji pêngavên yekem a guncavkirina cîhana Kurd: Xwedîderketina Al a Kurdistan a rengîn e… PKK bere dev ji dejenerekirina nîşanên Kurdayetî/Kurdistaniyetê berde û xwe nêzîkî nirxên Kurd bike! Herweha xalek balkêş di nameya Ocalan ji bo Serokkomarê Iraq a federal birêz Talabanî de bala min kişand. Ocalan dinivîse ku: hêvîdar e di Kurdistanek Azad de li gel Birêz Talabanî hevûdu bibînin(!) Na xwe: ev çi dijayetiya navenda PKK li dij azadî / serxwebûna Kurdistanê ye!…
Stockholm: 23 Tîrmeh 2014