Polîtîk

Fuad Mesûm bû serokomarê Îraqê

Berî kêlîkekê parlamentoya Îraqê serokomarê Îraqê hilbijart û kanîdê kurd Fuad Mesûm dengên pêwîst bi dest xistin û bû serokomarê Îraqê. Fuad Mesûm dibe heştemîn serkomarê Îraqê û duyemîn serokomarê piştî jinavçûna diktatoriya Sedam Hisên.

Di gera yekemîn a dengdanê de kandîdê kurd Fuad Mesûn 175 deng bi dest xisitn û nekarî 2/3 dengan bi dest bixe. Henan Fetlawî 37 deng  û Hisên Musewî 3 deng.

Li gor destûra Îraqê eger di gera yekemîn de tu kandîd dengên pêwîst bi dest nexin, dê gera duyem a dengdanê di navera her du kandîdên dengên zêde wergiritne dibe.

Piştî Henan Fetlawîç xwe vekişandî, gera duyem a dengdanê navbera Fuad Mesûm û Hisên Musewî dest pê kir û kandîdê kurdan Mesûm 211 deng û Hisên Musewî 17 deng bi dest xisitn û bi vî wayî careke din kurdek bû serokomarê Îraqê û sûnda qanûnî xwar.

Fuad Mesşm sala 1938ê li bajarê Koye ser bi wîlayeta Hewlêrê li başûrê Kurdistanî jidayk bûye. Wî zansitên îslamî li zanîngeha Ezher li Misirî xandiye û  master û diktora bi zanistên Îslamî wergiritiye.

 

Fuad Mesûm heta sala 1975 endamê Partiya Demokrata Kurdistan bû û piştî ji Partiyê veqetiya ew bû yek ji damezrênerên Yekêtiya Niştimnaiya Kurdistanê û ew niha endamê poîtbûroya YNKê ye.

Back to top button