Polîtîk

Kurdistan bazirganiyên xwe yên li gel Çînê ragirt

Serokê Yekîtiya Hawirde û Henardekarên(Ithalat û îxracatkar) Herêma Kurdistanê ragihand, wekî hawirdekarên Kurdistanê bazirganiyên xwe yên li gel welatê Çînê ragirt û eger nexweşî li Çînê berdewam be, dibe ku bazirganiyên xwe ji bo Koriya Başûr veguhezîn.

Mistefa Şêx Abdulrehman Serokê Yekîtiya Hawirde û Henardekarên Herêma Kurdistanê ragihandin ku bi sedema belavbûna virusa Corona li Çînê, hemû bazirganên Kurdistanê bazirganiyên xwe yên li gel wî welatî ragirtiye.

Bazirganên Herêma Kurdistanê salane bi bihayê pênc milyar dolar danustandina bazirganiyê li gel Çînê heye û niha wê bazirganiyên xwe ragirtine.

 

Back to top button