Kurdistan avê kom dike
Birêveberê Giştî yê Wezareta Çandin û Çavkaniyên Avê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê eşkere kir, plan û bernameyeke wan ya taybetî heye ku sud ji ava baran û berfê werbigrin û ji bo çendîn salên din avê kom bikin. Ji bo vê mebestê jî heta niha 80 bendavên biçuk dirustkirine.
Mihemed Emîr Birêveberê Giştî yê Çavkaniyên Avê ragihand, bi mebesta kom kirina avê û sudwergirtina ji ava baran û berfê, heta niha li her sê bajarên Herêma Kurdistanê û îdareya Germiyan 80 bendavên biçuk hatine dirustkirin.
Her wiha ronahî kir ku çendîn cûre awayê dirustkirina bendavan heye, yek ji wan jî dirustkirina bendavên bi konkrêt û beton, kevir û axe. Li rêya fermangehan ve jî li parêzgehên Herêma Kurdistanê hewla berdewam dane bo ku bendavên zêdetir dirust bikin da ku bi awayeke baş avê kom bikin.
Berê jî Ekrem Ehmed Berpirsê Bendav û komgehên avê balkişandibû li ser wê yekê ku ji niha ve 19 bendavên mezin li warê bi cîhkirinê dane û komgehên taybetî jî heye ku 10 milyar metir sê ca(m3) avê digrê. Her wiha got: “Li plana me da ye ji bo pênç salên pêş de li rêya dirustkirina bendavên din rêjeya komkirina avê bigihe 15 milyar metir sê ca û plan jî li navçeyên cûda cûdayên Herêma Kurdistanê da tê bi cîhkirin.