Kultur
Li Kurdistanê amadekariyên ji bo ji dayikbûna Mesîh û serê sala nû tê kirin

Li gel nêzîkbûna cejna serê sal û bîranîna ji dayikbûna Hezretî Mesih ji niha ve li Dêr û Kiliseyên Herêma Kurdistanê dest bi amadekariyên vê bîranînê kiriye.
Xalid Cemal Elbêr Birêveberê Karubarê Mesihiyên li Wezareta Ewqaf û Karubarên Olî yê Herêma Kurdistanê ragihand, ji niha ve Dêrên Herêma Kurdistanê dest bi amadekariyên cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh û serê sala nû kirine.
Her wiha Xalid Cemal got: “Bi sedema xerapiya rewşa emnî ya herêmên navîn û Başurê Iraqê, tê çaverê kirin ku hejmarekî zêdeyê Mesîhiyan Iraqê, bi mebesta beşdarîkirina li wan dû bîranînan da serdana Herêma Kurdistanê bikin”.