Polîtîk

Kurdên Rojhilat: Bila Ruhanî soza xwe bi cîh bîne

Li gor agahdariyên NNSROJ bîst û pênç rêxistinên xwendekarên Kurdên Rojhilat, daxwaz ji Serok Komarê Îranê kirine ku girêdayî soza xwe bê ku li qonaxa propagandayê hilbijartinê da bi xelkê dabû.

Çalakvanên xwendekarên Kurd, li nameyekî de ji bilî pîrozbahîkirina “Hesen Ruhanî” ya ji bo hilbijartina posta Serok Komariya Îranê, hêvî xwestin ku ew parêzerê mafê gel bê û hewl ji bo desteberkirina maf û daxwaziyên xelkê Îranê bide.

Nameya xwendekaran ku bi îmzaya 25 rêxistinên xwendekarên Kurdê Rojhilata Kurdistanê li bine, têda behsa giranî, bêkarî, zêdebûna hejarî, gendelî, sansur û zextên polîs li ser civakê kirine û sedema pêşwazî û beşdarî kirina li hilbijartinê jî dawî anîna van qeyran û giriftan ve hatiye girê dan.

Back to top button