Cîhan
AIR FRANCE jî difire Kurdistanê
Kompanya AIR FRANCE ragihand ku wan geştên asmaniyên bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê destpêkiriye.
Ev biryar piştî sazkirina peymanekî bazirganiya li gel kompanya “Est Airline” ya Lubnanî ve bûye.
Geşt ji Firokxaneya “Şarl Do Gol” a Parîs destpêdike, li Beyrut datîne û ji wir jî raste rast geştiyaran vediguheze Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê.
Kompanya Air Frans dibêje “Kurdistana Iraqê navçeya aram û dewlemende bi samanên sirûştî, li van salên dawî de bala sermayeguzarên rojavayê kişandiye.”