Kultur

Zanîngeha Helebê diktoraya Erdogan jê werdigire

Serokatiya zanîbgeha Helebê biryar da ku, ew diplomaya diktorayê ya fexrî ku sala 2009ê, weke rêzlênan,  dabû serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan jê bistînin.

 Xizir Urfelî serokê zanîngeha Helebê, li Suriyeyê, ji ajansa Sana ya fermî ya hikûmeta Suriyeyê re ragehand ku, civata rêvebiriya zanêngeha Helebê di civîneke taybet de biryar da ku ew şihadeya diktoraya fexrî ku sala 2009ê dabû serokwezîrê Tirkiyeyê jê werbigirin.

Serokê zanîngeha Helebê dibêje:

       Me ev biryar wergirt ji ber ku Erdogan di kodetaya ser gelê Suriyeyê beşdar e û li dijî xwepêşandanên welatê xwe şider bikar anîye. Ev helwestê zanîngeha me ji bo piştevaniya gelê tirkî yê dost ku, siyaseta dijminkariya Erdogan red dikin, mesajeke.

 Weke tê zanîn her li destpêka serhildana şoreşa gelên surî, serokwezîrê Tirkiyeyê bi dijwarî rijêma Esed rexne kir û piştevaniya şoreşa gelên Suriyeyê kir.

Back to top button