Xewna kurdan ber bi rastiyê ve diçe

Kovara Almanî Zenith  2 mehan carekî derdikeve. Kovarê di hêjmara xwe ya nû de cih dayê pirsa Kurdistanê û herweha rûpelê yekem hemû bi xeriteyek ya Kurdistanê xemilandiye.

Kovarê 30 rûpelên xwe bi nirxandina Kurdistanê dagirtiye. Kesayetên pisporên Rojhilata Navîn wek Udo Steinbach li ser rewşa Kurdistanê lêkolîn kirîne û gelek akademisyenên girîng dîtinên xwe di vê derbarê de gotine.

 

Pisporên siyasî û civakî di kovarê de dibêjin: Li Rojhilata Navîn de, kurd miletê herî mezin yê bê dewlete. Lê vêca şansê Kurdan yê ku dewleta xwe ragihînin peyda bûye.

Kovar rewşa Kurdistanê bi vî awayî şiroveyekî dike: Li Tirkiye “pêvajoya aşitiyê“li Iraqê pirsgirêkên li gel hukumeta nawendi, şerê desthilatê yê di navbera Şîe û Sune de û şerê navxwe yê li Suriye… Ev hemû dihêlê ku rewşa Kurdan bi hêz bibe.

Kovar dinivîse: Welatên ku Kurd lê dijîn dewletek serbixwe wek xewnek giran e, lê li gel Bihara Erebî ev xewn dikare bibe rastiyek.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: