Civak

Kurdên Kazaxistnaê û Asiya Navîn sersaxî li serok Barzanî kir

Serxweşî

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Berzanî ra!

Serokê hêja!

Kurdên Qazaxistanê û Asya Navîn mirina dayîka We, dayîka hemû Kurdistaniya pîreka ronaya Kurd û Kurdistanê Mele Mistefa Berzanîyê nemir, me bi xemgînîke bi şewat qebûl kir.

Em serxweşiyê didine We û malbeta Berzaniyaye pîroz. Bila serê Wê û gelê Kurdistanê xweş be.

Dayîk – ew sembola welat û serxwebûnêye û nemire! Bilî wê ku wê bi serê ewledê nolî ji xwe ra heykelî zindî ava kirî ye.

Bîranîna dayîka meye Hemaîl Xan wê bibe ronahî ji bo dilê hemû Kurdan!

Bila rehmet dayîka me be!

Serokatiya Fedarasiyona Yekitiya Kurdên Qazaxistanê û Asya Navîn:
Nadir Nadirov (prof. dr., akadêmik)
Kanyazê İbrahim Mirzoyêv (prof. dr., akadêmîk)
Ezîzê Ziyo Bedirxan (prof.)
Şex Remazan Seyîdov (serokê Kurdên Girgizistanê)
Hejarê Şamil (nivîskar, rojnemevan
Hesenê Hecîsilêman  (helbestvan, rojnemevan)
Mecîdê Silêman (dengbêj, helbestvan)
Şirînê Elî (karsaz)
Hesenê Evdoyê Elî (zimanzan)
Necmedînê Ahmed (mamosteyê navdar)
Almata – Qazaxistan

Back to top button