Danielle Mitterrand sersaxî li serok Barzanî kir
Ji bo Cenabê serok Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koçadawiya dayika we ya birêz gihîşt me.
Ez hest bi xemgîniyeke mezin dikim, li demek da çend carek min derfet dît ku wê xanima birêz bibînim li dema hatina min a Kurdistanê. Li hemû caran da min karî li gel wê jina birêz bipeyvim û eve jî pal nerm buye ku birêz û hurmetekî mezin ve wê bibînim.
Ez gelek sersam bum bi danayî û zîrekiya wê jina mezin û bi wê hest û soza pakija ku wê hebû. Li serdana xwe ya dawî de, wate berî salek, min aramiyê li rûkarê wê xanima birêz da dît li demek de gelek tehlî û nexweşî li berê de dîtiye.
Bêguman bi dîtina welatekî azad û endamên malbata wê bi aştiyê de dijîn ew dilxweş kir bû. Bêguman koça wê ziyanekî azarkêş û nexweşbû ji bo we û malbata we. Her wiha ziyanekî mezin jî bû ji bo gelê Kurd, her wekî jidestdana ziyan bû wekî şahidekî mezin li ser dîrokê.
Rê bidin bi vê xemgîniyê ji kûrahiya dilê xwe hevxem û hevsoza we da bim.
Danielle Mitterrand
29.07.2011