Kurdên êzidî hêzek taybet ava dikin
Kurdên Êzdî hêzek pêşmergeyek taybet ji bo xwe pêktînin.
Di vê derbarê de Ismet Mîr Tehsîn Beg ji BasnNewsê re daye xuyakirin ku,wan daxwaz ji serokê Kurdistanê kiriye ku hezek taybet yên ji kurdê Êzidî pêkbênin.
Isnet Mîr diblje: Em wek kurdên Êzidî hinek taybetmendiyên me hene.Hebûna fermandayek bi vî awayî hemû Êzidiyan di nav xwe de kom dike.Dê rêgir bê ku carek din tufanek halê mezin li ser me de newê.
Herweha şervanê bi navûdeng Qasim Şeşo ji da xuyakirin ku,niha hêzêk bi navê Yezidxan heye û ew jî di bin fermana Barzani de ye.
Berdewambûna daxuyaniya xwe de Şeşo got:Barzanî fermandyê giştî yê hemû hêzên çekdar ên Kurdistanê ye û hevkarê meye, bêguman em jê di bin fermana wî de ne, lê het ev rewûa niha zelal nebe em nikarin fermandeyeke taybet pêk bînin.