Polîtîk

Barzanî û Ellawî rewşa emnî û siyasiya Iraqê nirxandin

Îro sêşem 02.09.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Eyad Elawî Serokê Lîsta Niştîmaniya Iraqê li Encûmena Nûnerên Iraqê kir.

Li hevdîtinê de pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Iraqê û proseya pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê xistin ber behs her wiha tehdîdên terorê ya ser Kurdistan û Iraqê û serkeftinên vê dawiyê ya Pêşmergeyên Kurdistanê li bereyên cenga dijî terorîstên Da’îşê nirxandin û di derbarê rewşa koçberan û jiyana wan guftûgoyê kirin.

Her li vê hevdîtinê de her dû alî li ser ewe hevre bûn ku pêwîste li pêkanîna Hikûmeta nû de daxwaz û hêviyên hemû pêkhatên Iraqê li ber çav bê girtin. Eve jî dûpat kir ku ji bo serketina li şerê terorîstan pêwîste çareseriya siyasiya guncaw jî bê peydakirin. Li vê hevdîtinê de tekez jî li wê yekê kirin ku pêwîste Hikûmeta Iraqê pabendî wan berpirsiyariya bibê ku ji bo yarmetîdan û vegerandina koçberan li ser şana wê ye.

Back to top button