DosyaPolîtîk

Kurdên di nava AKPê de ji pirsa kurd raporekî amade dikin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dengên kurda bandorek berbiçav li encama referandumê kir.Di referandumê de bi hindikayîbê jî Erê serket.Piştî encamên referandumê hate eşkere kirin. Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan nirxandinek kir û behsa dengên li herêmê Kurdistanê kirin û ev yek bi keyfxweşî nirxand. Herweha da xûyakirin ku, dê vê yekê berbiçav bigre û li gora wê jî hinek gavan bavêjin.Li gora hinek agahdariyan , parlementerên kurd di nava AKPê de niha raporekî amade dikin û dê vê raporê pêşkêşî Erdogan bikin.Ya herî girîng ewe ku, baweriyek heye ku ji bo çareserkirina pirsa kurd û pirsgirêkên li herêmê heyin, hêdî gel wek muxatab bête girtin. Niha herkes li hêviya rapora ku di derbarê kurda de bê amadekirin e.Ji aliyek din di vê referandumê de, xûya bû ku aliyên kurd yên ku biryara ku neçin ser sandoqan dayîn heta radeyekî serkeftinek destve anîn. Li gelek devera rêja boykotê giha ji % 4-5ê.

Back to top button