Cîhan

Ebadî: Serxwebûn mafê we ye, lê hêj ne dema vê ye

Li gora nûçeyekî di Tora medya Rudawê; Serowezîrê Iraqê heyder Ebadi di konferansek çapemeniyê de bersiva pirsên rojnemevana da û di derbarê rojevê û Taybetî di derbarê Kurdistana Başûr de pêyamên balkêş dan.Serokwezîrê Iraqê li ser mijara referanduma li Herêma Kurdistanê ya ji bo serxwebûnê jî axivî û diyar kir: “Ez naxwazim destwerdanê di hêvî û xwastekan de bikim, hin xelk hene ku çendîn cur hêvî û xwastekên wan hene, hene ku xwasteka wan e dewleteke biçûk ji xwe re ava bikin, dixwaze cure dewletek din çê bike. Mirovan ev daxwazî hene û ez jî destwerdanê di van xwastekan de nakim.”Heyder Ebadî di berdewamiya axavtina xwe de tekez kir: “Xwasteka birayên me yên Kurd bo çêkirina dewletekê ji xwe re mafê wan e weke xwastek û hêviyekê, mafê ti kesekî jî nîne ku rê li pêşiya wan cure xwastek û hêviyan bigire, lê belê pêkanîna referandumê di vê demê de, ku hêj şerê me bi DAIŞê re maye, rewşa herêmê rêkûpêk û guncaw nîne, hinek ji welatên cîranên Iraqê wisa dibînin ku ev yek gefê li ser asayişa netewî ya wan çê dike, eger ku (Kurdistan) bibe dewleteke serbixwe.”Ebadî destnîşan kir: “Em divê realîst bîn, piştre em dê bikevine nava nakokî û arîşeyan, heta li gel hikûmeta Bexdayê û parêzgehên din ên Iraqê jî. Li ser çi bingehekê ew pirsgirêk dê werin çareserkirin, eger dixwazî ku referandumê li ser serxwebûnê li dar bixî.”Di beşeke din a gotinên xwe de Heyder Ebadî ragihand: “Hinek dibêjin em dê referandumê pêk bînin, lê em cîbicî nakin, baş e eger ku referandumê dikî û cîbicî nakî, êdî gotina te ji bo hevwelatiyên xwe dê çi be, çima referandumê dikî û dibêjî ku ez cîbicî nakim. Gotina me bi zelalî ji bo wan ev e, di bejewendiya Herêma Kurdistanê de nîne ku di vê demê de referandumê pêk bîne, ez vê yekê bi zelalî dibêjim, weke gelê Kurd ku beşek ji Iraqê ye, ez weke Serokwezîr pêwîst e ku berjewendiya hemû hevwelatiyan li ber çav bigirim. Bi nêrîna min encamdana referandumê di berjewdniya wan de nîne, belku komek arîşe ji wan re çê dike. Lezkirin di vê mijarê de dibe sedem, hemû ew tiştên ku bi dest hatine û ew serkevtinên ku di demên borî de bi dest xistine, ji dest xwe bidin.”Serokwezîrê Iraqê Komara Kurdistanê li Mihabadê weke mînak bi bîr xist û da xuyakirin: “Eger em vegerin bo dîrokê, Komara Mihabadê li bakurê Îranê gelek lez lê hat kirin, lê belê paşê çi bi serê wê hat, bo dehan salan ew tûşî şikestê kirin. Şikestinek gelek mezin ji bo hêvî û xweziyên Kurd, di vê çarçoveyê de yek ji wan tiştên ku ez jê ditirsim, ev e. Ez di medyayê de bi zelalî diaxivim , ez ne li dijî hêviyan im, lê belê pêkanîna (referandumê) di vê demê de, di berjewnediya nivşên Iraqê û Kurd de nîne, belku li dijî berjewendiyên wan bi xwe ye.”Heyder Ebadî vê mijarê weke beşek ji rikeberiyên siyasî dibîne û dibêje: “Ev yek zelal e, piraniya siyasiyên Kurd jî heman nêrîn hene. Dibêjin rats e em niarin cîbicî bikin, niha jî em cîbicî nakin, di berjewendiya me de nîne, lê belê ez di vê baweriyê de me, ku ev beşek ji rikeberiyên siyasî ye. Derbarê Ala Kurdistanê de jî, min bi piraniya siyasiyan re qise kiriye û li dij bûne. Lê belê taze ew kar kirine, û nikarin li dijî bisekinin. Ew di vê baweriyê de ne, ku ew yek provakasyoneke siyasî ye, lê belê niakrin rûbirûyê wê bibin. Mixabin gelek ji mijaran rewşeke giştî ji wan re hatiye çêkirin, piranî bêdeng in, beşek ji wan kesên ku piştgiriyê jî didin, baweriya wan pê nîne.” 

Back to top button