Kurdên Bakur spasiya Barzanî dikin
SIPASNAME
Di tevkujî û karesata Roboskiya Qilabanê de helwest, dilgermî û xemxwariya rêzdar Mesûd Barzanî, ji bo mexdûrên vê karesatê û malbatên wan; wekî hemî gelên Kurd û xelkê herêmê dilê me jî gelekî xweş kir.
Ev helwesta rêzdar Barzanî ku wekî berdewamiya piştgirî û arîkariya karesata Wanê pêk hat, em zor dilxweş û şanaz kirin.
Em wekî Kurdên Bakurê Kurdistanê û saziya Koma Diyalogê Ya Dicle û Firatê sipasî û rêzên xwe ji cenabê Kak Mesûd Barzanî, Hukûmeta Kurdistanê û xelkên xemxwir ên Baûr pêşkêş dikin.
Em bawer in ku dê ev cure helwest û gavên girîng rê li ber geşbûn û pşdeûna Kurdan veke.
Em ji dil û can bawer dikin dê ev arîkarî û piştgirî ji bo yekîtiya neteweyî û pêkhatina hestên birayetiyê roleke dîrokî û mezin bilîze…
Silav, rêz û şabaên me ji cenabê Barzanî û xelkê Kurdistanê re.
Li ser navê Koma Diyalogê Ya Dicle û Firatê
Abdulhakim Günaydın