Daxwaza referanduma serxwebûna Kurdistanê kir
Şêx Edhem Barzanî Endamê Encumena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê li ser rûpela taybetî ya xwe ya li malpera facebookê de daxwaz ji serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê û hevrik û tevahiya partiyên siyasiyên dinê Kurdistanê dike ku li rêya Parlemena Kurdistanê ve rapirsînek li ser serbixwebûn yan mayîna Kurdistanê li gel Iraqê da encam bide.
Peyama Şêx Edhem Barzanî li jêre:
Adham Barzani
Hêja û ezîzan silav,
Her wekî ku berî niha jî balkişandiye li ser vê pêvajoya nû ya Kurdistan û navçe têda derbas dibe, ji bo me Kurd û Kurdistaniyan pêvajoyeke hestiyar û gelek metirsiye.
Ji bo derbasbuna ji vê pêvajoya hestiyar bi pêwîstî dizanim serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê bi desthilat û hevrik û hemû partiyên siyasiyên dinê Kurdistanê daxwaz ji Parlemena Kurdistanê bikin ku biryarekî yek alîker bide ew jî encamdana rapirsînekî li seranserê Kurdistanê, ku Gelo Kurd li gel Iraqê bimînê yan serxwebûna xwe ragihîne.