CîhanRojev

Kurdek dikare bibe Serokwezîrê Brîtanyayê

Piştî îsfakirina serokwezîrê Birîtanya Boris Johnson, çends nav derdikevin pêş ku bibin serokwezîrê vî welatî. Wezîrê Darayî yê Birîtanya Nadim Zehawî Kurd e û navê wî jî dinava berbijêrên serokwezîrîyê de derbas dibe.

Mapera CNN a Amerikî dide xûyakirin ku,yek ji berbijêrên serokwezîrîyê endamê Partiya mufazakar Nadim zehawiye.

Nêçîrvan Barzanî û Zahawî

Malpera CNN a Amerikî dibêje; Zehawî beriya salekê pêwendî bi kabîneya hikûmetê kiribû, beriya niha nedihat çaverêkirin ku bigihîje wê astê bibe berbijêrek yê serokwezîrîyê. Zehawî di dema serokwezîr Boris Johnson de gelrk zû derketpêş û bilind bû. Ew ewilê bê wezîrê Vaksinê û dema koronayê de serkeftinek destve anî. Piştre jî kabineya Johnson de bû wezîrê darayî.

Nadim Zehawî ji malbateke Kurd, li Bexdayê jidayîk bûye, di temenê xwe yê 9 salî de ji rejîma Sedam Husên reviyane û berê xwe dane Brîtanyayê.

Back to top button