CîhanRojev

Kurdek bû serokê parlamentoya Îsraîlê

Parlamenterê Kurd ê Cihû, Mickey Levy bû serokê Parlamentoya Îsraîlê .

Parlamentoya Îsraîlê ji bo dengdana li ser dayina baweriyê bi hikûmeta nû ya bi serokatiya Neftali Bennett civiya.

Berî dengdana dayîna baweriya ji bo hikûmeta nû, serokekî nû ji parlamentoyê re hat hilbijartin.

Di dengdanê de, Mickey Levy ji 120 dengdan 67 deng wergirt û bi piraniya dengan bû Serokê Nû yê Parlamentoya Îsraîlê.

Levy Kurdekî Cihû ji navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye. Leyv di daxûyaniyekî de dibûje ku, ew bi kurdeyatiya xwe şanaziyê dike û hêvî dike ku rojekê Kurdistanê serxwebûna xwe bi dest bîne û tekez dike, divê ji vo vê yekê xebat bê kirin.

Back to top button