Dosya

Kurdê gelek bi tenê re, deryok jî girtîne

Korona çokê sermayedarî û aboriya cîhanê şikandiye. Beramberîkirina destpêka ziyanên darayî ya vê pejikê gelek sosretin. Her çende ezmûn pîşan didin ku sermayedariyê kariye qeyranên bi vî awayî jî derbas bike û rabe ser piyan, lê belê Korona ji bilî wê wêrankariyê tûşî aboriya cîhanî kiriye, encamên xwe yên psikolojik û derûnî û civakî û civaknasî û siyasî jî li pey xwe de tîne. Dibe ku bîst heta sîh sal jî bivê ku cîhan li van waran da vegerê rewşa xwe ya xwezayî û dibe ku her venegerê jî û ji binî ve jiyana mirovan de guhertinên bingehîn li ser da bê.

Korona, ewlewiyeta mirov, malbat, civak, rêxistin, dewletan û civaka cîhanê diguherê. Amaje û balkişandinên destpêka van guhertinan jî derdikevin. Niha zêdetirê welatan bi babetên xwe yên navxweyî ve mijulin û li ser cîhana derve da wekî berê ne vekirîne ne. Hemû ji bo selametiya welatiyên xwe û rizgarkirina aboriya xwe bîr û hizra peydakirina çareseriyek dikin. Rewş wiha ye her kes bi xwe dibîne. Li vir da ew babetên ku li bîst sîh salên derbasbûyî cihê balkêşiya civaka navdewletî û dewletên zilhêz bûn, girîngiyeke xwe yên wiha namîne. Rewşa mafên mirovan, rewşa neteweyên bindestan, dijayetîkirina hejarî û birçîtî, karkirina bi prensîpên navdewletî û her wiha rûbirûbûna terorê jî ew girîngiya xwe ya çend salên berî niha nemaye. Eve guhertineke gelek bi lez û dramatîk bûye li reftarên civaka cîhanî ku tenê li çend mehek da rûdane. Ev guhertinên çaverê nekirîbûn û metirsînerin.

Li serdemeke wiha tarî û tem û mijiyê da divê wekî Kurd ji xwe bipirsîn em li kudera van guhertin û rûdanên seyr û semer dayîn? Ji ber serwerî û dewleta me nîne rewşa Kurd bi beramberkirina li gel gelên din rewşeke dijware. Rastiyeke tehl heye pêwîste em hemû bizanîn ku li serdema Korona û post Korona da gelê Kurd eger berê gelekî bi tak û tenê bûbê niha tenyatirîn gelê ser zevî ye. Li sayeya hevalê şûmê Korona û encamên wê da doza Kurd zehmete bi hêsanî biçê nav lîsta sernivîs û ewlewiyeta cîhanê da.

Doza Kurd dozeke rewaye û li salên derbasbûyî de, xwe bi pişt prensîpên navdewletî ve bestibû. Ji ber ku jeopolîtîkiya Kurd nebaşe û bi neyaran hatiye dorpêç kirin, her ji bo wê yekê jî Kurd pêwîstiyeke jiyanî bi deryokeke cîhana azad û prensîpên cîhanî ve heye. Li post Korona da ev deryok têne girtin û cîhan bi pêwîstî jî nabînê ku demeke zû de wan veke.

Li Post Korona da Kurd, bi tenê Kurdê xwe heye û divê û neçare jî pişta xwe bi Kurd bi xwe ve bibestê. Zimanê prensîp kurt û kole û divê li pişt hêz da bigerê, ji ber ku serdem serdema zimana hêze. Kurd divê xwe fêrî wê bike û birastî dest û milên lê hilnayên û xwe li gel hinek çemk û têgehên stratejîk re aşt bike û kar pê bike. Ji wê tenêtiya kujinde da Kurd divê bi rûyê xwe da bê vekirin. Bi xalên xwe lawaz da biçê. Fêrî aborî, reform, çaksazî, kar û wîcdana kar bê. Divê bikarê fêr bibê xwe bijînê û ser lingê xwe rawestê. Divê ewê bi bîr bê, êdî kes nikarê wî xwedî bike û bijiyênê û kes jî naparêzê.

Zikrî Musa

Back to top button