Kurd û Îxanet

Komên terorîst Haşdî Şabî di sala 2016an da bi îmzeya Serokkomarê Iraqê Fuad Masumê Kurd hat damezrandin. İro ew Haşdî Şabî bûye bela serê Kurdan. Loma dibêjin, bê dewletbûn û bindestî û xûlamtîya Kurdan jî ji dîroka wan tê.Bi hezar salane diroka Kurd bi êş û îxanet û komkojîya derbas bû. Hêjî aqilê Kurdan nehatîye serê wan.
Li çar perceyên Kurdistanê pirîcaran firsendê dîrokî bi dest ketine, lê Kurdan ew firsend tu car ji bo dewlet û netewa xwe bi kar neanîne.Kurd herdem bi maneyên pûçû vala û ji bêaqiliya xwe, xwe xapandin. Bi dagirkerên xwe û bi gelên dagirker bawerî anîn û xwe wek birayê wan dîtin. Ew jî ji bo miletê dagirker û rêveberê wan, bu firesendke baş û gor dilê xw b kar anîn. Îro jî çar dewletên dagirker, bi Kurdan wek lîstika gur û rovî dilîzin.Li çar perçeyê Kurdistanê dagirker angorî berjewendîyên xwe yên neteweyî, sîyaeta xwe dikin û bi Kurdan ra dilîzin.
Kurd û partîyên Kurd jî, bi tevayî bi lîstikên wan wan dixapin, li hev heqaretê dikin û dibin neyarê hev.Çar dewletên dagirker, bi fêl û fêlbazî îro jî, li dijî Kurdan bi hevra dixebitin. Di navbera partî û Miletê Kurd da dubendîtîyê derdixin, ji bo pêşeroja hebûna xwe, bi hinekan ra neyar, bi hinekan ra jî wek dost xwe didin xûyakirin. Kurd jî bi wan tên xapandin û her yek dibe alîgirê dewletek dagirker. Piştra bi îxanetî û xizmetkarîya dagirkeran hevdû sûcdar dikin.Divê Miletê Kurd êdî baş bizanibe, partî û rêxistin her tişt nînin û ew bi xwe dikarin qedera xwe biguherînin.
Divê ew partîyên li dijî dewletbûna Kurdan derdikevin gerek baş nasbikin, gor şertê her perçeyên Kurdistanê tevbigerin û bibin xwedî soz û erk. Ji bo berjewendîyên xwe yên neteweyî kar û xebata bikin. Bila bizanibin, ku ew nebin, partî bi serê xwe ne tiştin. Miletê Kurd, divê daxwazên xwe yên ji bo dewletbûnê, êdî bê tirs û bi dengê bilind bine ziman.Kurd divê êdî bi sîyaseta bi navê wekhevî, biratî û demokratisîyê neyên xapandin. Bi sed salan e, bi dewlet û miletên dagirker ra, gav avêtin û bi ser neketin.Parastina destkeftiyên li Başûr û li Rojavayê Kurdistanê, wezîfa her Kurd ê li çar perçeyên Kurdistanê û yên li dîasporayê ye.
Mixabin, Kurd hê ji dîrok û ji komkujîya li wan qwimîne, hê ders negirtine û îro dîsa ji dagikerên hev ra dibin leşker û xûlam.Wek mînak, îro Hêzên Şêngalê yên bi navên şervanên Ezidîya YPŞ e, bi frmî ketine xizmeta Haşdî Şabî û dewleta Iraqê. Halbûkî ji bo Kurdan, bi taybetî jî ji bo Civaka Êzidîyan, Haşdî Şabî, ji ÎŞÎdê jî xetertir e. Ew komê Haşdî Şabî û bi navê tîmên Fatîmê, yên herî xeter li Şengalê bi cîh bûne.Terorîstên Haşdî Şabî, YPŞê kirin bin xizmeta xwe. Cil û bergê xwe li ciwanên Kurd kirin û li ser komê xwe perwerde dikin. Bi dîtina min, ew kesên ku ciwanên Kurd kirine xizmeta Haşdî Şabî, rasterast kefenê spî li wan şervan û li Civaka Ezidîyan bikiribana bêtir baş dibû. Ji ber ku Haşdî Şabî, herî zêde Îslamîst û hov e.
Di dawîyê da ewê bi destê şerwanên Êzidî, li ser gelê Kurd û bi taybetî jî Civaka Ezidîyan bikin belayê.Ew hovên Îslamîstên Şîa, tu car nabin dost û hevalbendê Êzidîyan. PKKe, YPŞe û rêveberê wan, bila baş bizanibin, qibleya Kurdên Misliman, Nebî û Bawerîya wan û dewletên dakirker jî yek bûn. Dîsa jî xwe ji komkujîyên, Faris û Ereb û Tirkan xilas nekirin. Ewê çi bînin serê Êzidî, ew jî tenê dakirker dizanin.Wek gotina dawîyê dixwazim bibêjim, iro ew bûyerên li Başûr diqewêmin bûyerên dîrokî ne. Ew şervanê Êzidîyên di nav YBŞ yê da cîh girtine û cil û bergên Haşdî Şabî li xwe kirine, xwezila di şûna wan da kefenê spî li xwe kiribana, baştir dibû.Bi vê helbesta xwe nizanin ku ew ji îro şûn va bûne ezraîlê gelê xwe û gelê xwe…
12.12.202

Sirac Oguz