Polîtîk

Kurd referanduma Sûriyê boykot dikin

Serokê Sûriyê Beşar Esed roja 26ê vê mehê destnîşan kir wek dema dengdana li ser projeya destûra nû li Sûriyê. Wezîrê derve yê Rûsyayê Serge Lavrov pêşwazî li vê pêngava Esed kir, lê Civata Niştimanî ya Sûriyê ew wek hewldanekê bo veşartina tawanên ku rêjîma Esed li dijî mirovatiyê dike, dît. Endamê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê ji Rûdawê re got: “Bi ti awayî ew destûr ne di berjewendiya gelê Kurd de ye û wê Kurd baykot bikin.”

Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANA ragihand: “Serok Esed biryarek derxist û tê de roja yekşemê 26ê vê mehê diyar kir wek dema çêkirina referendumê li ser projeya destûra nû li Sûriyê.”

Esed roja yekşema borî ji aliyê komîteya amadekirina projeya destûrê kopiyek ji projeyê wergirtibû, bi mebesta xwendina projeyê û veguhastina wê bo Meclîsa Gel, berî ku referendum li ser bê kirin.

Serokê Sûriyê Beşar Esed li pêşiya endamên komîteyê got: “Dema ku destûra nû bê çespandin, êdî Sûriyê gava herî girîng diavêje, yanî danîna bingeha yasayî û destûrî ya welêt, bi mebesta guhastina Sûriyê bo qonaxeke nû bi hevkariya tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyeyê.”

Naveroka benda 8 ji destûra kevin hat rakirin, ku digot: “Partiya Bees a erebî sosyalîst, partiya serkirde ye di dewlet û civakê de.” Di dewsa wê de jî ev made hatiye pêşniyarkirin: “Rêjîma siyasî ya dewletê li ser bingeha pirbûna siyasî ava dibe, û bikaranîna desthilatê bi awayekî demokratîk tê kirin bi riya dengdanê. Partiyên siyasî yên moletkirî û kombûnên hilbijartî beşdariyê di jiyana siyasî ya niştimanî de dikin.”

Projeya destûra nû diyar dike ku divê serokê dewletê “rasterast ji aliyê gel bê hilbijartin” bo dema 7 salan ku tenê carekê dikare bê dirêjkirin. Derbarê ola dewletê jî de, destûra nû dibêje ku Îslam ola serokê komarê ye. Herwiha destûra nû temenê berbijêrên serokatiyê kir 40 sal, piştî ku di sala 2000an de piştî mirina bavê Beşar, Hafiz Esed; bûbû kêmî 40 salan da ku Beşar Esed ku wê demê 34 salî bû, bikare bibe serok.

Wezîrê derve yê Rûsyayê Serge Lavrov ragihand: “Ev raman`destûra nû` cihê pêşwazîlêkirinê ye û em hêvî dikin ev destûr bê çespandin. Bi baweriya me destûreke nû ku sînorekî ji serdestiya partiyeke siyasî ya tenê li Sûriyê `Bees` datîne, bêguman gaveke ber bi pêş.”

Lê Amerîka ev pêşniyara Esed red kir û got ku êdî dem pir dereng bûye û got ku: “Projeya destûra nû ya ku Esed bo referandumê di 26ê vê mehê de pêşkêş kiriye cihê pêkenînê ye.”

Endamê Civata Niştimanî ya Sûriyê Enes Ebde ji BBC re ragihand: “Em daxwaz dikin gel vê referandumê boykot bike, li gor ezmûna me bi vê rêjîmê re, rêjîm qet sozên xwe bicih nake. Rêjîma Esed ne di warê siyasî û ne jî di yê edebî de nikare destûreke rastî pêşkêşî gelê Sûriyê bike.”

Ebde bi tundî ev destûr û referendum red kir û wiha axaftina xwe qedand: “Pirsgirêka serekî ne destûr e, lê serdestiya tevahî ya artêş û hêzên ewlekariyê ye li ser dewletê. Heya ev rêjîm li ser desthilatê be, guherîn tenê wê çend peyvên kelevajî û sozên vala be.”

Kurd baykot dikin

Endamê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê û nûnerê wê yê li Herêma Kurdistanê Mehmûd Ebusabir Mihemed ji Rûdawê re diyar kir ku destûra ku biryare 26’ê mehê bikeve referandûmê; “Bi ti awayî ne di berjewendiya gelê Kurd de ye. Dûbare Baasî bi awayê berê rewatiyê bidin deshilatdariya xwe.”

Mehmûd Mihemed di berdewama axaftinên xwe de got: “Di destûra nû de bal nehatiye kişandina ser mafê gelê Kurd û kêmîneyên din ên wekî Xiristiyan, Ermen û Çerkezên li Sûriyê.” Ebusabirî bilêv kir ku ger Baasî rast dibêjin, pêwîste reformekî pir alî li hemû aliyên Sûriyê bikin û pêwîste bi awayekî tifaqî komîteyek pispor ji nûnerên hemû aliyan (deshilat, opozisyon û kêmîneyan) ji bo dariştina destûra nû ya welat pêkbînin û wê demê destûr bikeve referandûmê.

Mehmûd Mihemed bal kişand ser wê yekê ku dixwazin dewletek destûrî, demokrasî, pir alî, sêkuler û nenavendî bê damezirandin. Derbarê helwesta Kurdan a di wê referandûmê de jî got: “Aliyên siyasî yên Kurd, Civata Nîştîmanî ya Kurd û Gelê Kurd li Sûriyê beşdarî wê referandûmê nabin. Bi ti awayî jî nabe cade dibin topbaran, kuştin û ji navbirinê de be û referendum jî bê encamdayîn.”(Rudaw)

Back to top button