Polîtîk

Dê Guçlu û Burkay jî agahdariyê bidin

Li gora nûçeya Îsmail Avci ji rojnama Zaman a tirkî,dê siyasetmedarên kurd Îbrahim Guçlu û kemal burkay di derbarê kuştinên PKK-ê di nava xwe de kirîn agahdariyê bidin dozerê ku di vê derbarê de lêpirsînê dike.

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku, li Dytarbekir dozerê xwedî desthilatdariya taybet di derbarê kesên bê serûşûn çûyîn hatîn kuştin lêpirsînek berfireh dike. Pirsa kesên PKK-ê di navxe de kuştî jî di vê çerçovê de dibe babetê lêpirsînê.

Dozeriyê di vê derbarê de gelek malbatên kesên bê serûşûn hatîn kuştin re hevdîtin kirin û agahdarî kom kirine. Herweha li ser vê pirsê dozeriya biryar daye ku guh bide agahdariyên siyasetmedarên kurd Îbrahim Guçlu û Kemal Burkay jî.

Ji bo vê jî dozer Îbrahim Guçlu dawetê avahiya dadweriyê ya Diyarbekir kir û Guclu jî da xuyakirin ku, ewê behsa pêwendiyên navbera dewletê û PKK-ê bike. Herweha ji bo agahdariyên Burkay jî dozerê diyarbekir bi nivîskî daxwaz ji dozerê Stanbulê kir ku di vê derbarê de bangî Burkay jî bike û guh bidin agahdariyên wî di vi mijarê de.

wek din navê xwediyê malpera serçavan Şukru Gulmus jî derbas dibe ku, ewê jî di vê derbarê de bête bang kirin.

Back to top button