Kurd li Rojava digel rêbaza Barzanî ne
Rojevakurd li gel siyasetmedarê kurd yê naskirî ji Kurdistana Rojava Selah Bedreddin hevpeyvînek kir.
Piştî destpêkirina şoreşa Suriye gelek gotubêj li ser rewşa tevgera kurd li Rojavayê Kurdistanê hatin kirin. Gelo li Rojavayê Kurdistanê çi dibe, rewşa Encumenê Kurd û PYD-ê li rojava çiyê? Pêwendiyên PYD û rejima Suriye di çi astê de ye.
Opozisyona Suriye bi çi çavî pirsa kurd li suriye dinêre. Herweha gelek tiştên din li gel siyasetmedarê kurd Bedreddin hatin axvtin.
Rojevakurd pirsî û Selah Bedreddin bersiv da.
Rojevakurd/Hewlêr
Rojevakurd: Bi gelemperî rewşa Suriye di roja me de çi konaxê deye?
Selah Bedreddin: Ev salek û 8 mehin li Suriye şoreşek heye. Tişta li Suriye rûdaye beşek ji pêla bahara erebiye. Şoreşek li seranserê herêmê çêbû, ev di dîroka deftera siyasî de tiştek taze ye. Mesele ne wek wan şoreşe azadixwaz li dije kolonyalizmeye,heta ne wek înqilaben leşkerine.Ev tişt rengek tazeye.
Cudabînek di nav vê serhildana Suriye û serhildanên din di welatên Rojhilata Navin de heye. Yek ji wan xalên sereke yê cudahiyê ew rengê efewiye û bê plan destpêkir. Ev şoreşa genceya ya nivşe nû ye.Yani ev yek ji bo jiyane bo kerametê bo mesela azadiye destpêkir. Ev ne ji tiştên li Tunis li Misre, li lîbiya li Yemen û li Sudan destpêkiri ne cudaye, lê hinek taybetmediyên Suriye hene ne wek welatin din e. Şoreşa Surye hinekî direj kir.
Di destpêkê de tişta çêbûyî bi awayek aşitîxwaz bû, çek li hole nebûn. Xwestin hinek reform çebibin hinek gav bene avetin û tiştên baş çêbibin lê rejimê qebul nekir .Rejim li sere xwe suwar bû.Elbet ev serhildana aşitiyane hêdî hedç bû şores , naveroka ve şorese aşitixazeneye lê beşek mezin bû çekdarî, dema cudabûn di nava artêşê de çêbû Leşkere Azad peyda bû, Leşkere Azad û ew xwepêşandadarên azadixwaz û aşiyitane bûn beşek. Gelek kaxiz destê rejimê de hene , wek pirsa leşker, mesele li Tunus leşker bêterefiya xwe ragihand lê di bingeh de li gel opozisyonê bûn, Li Misrê jî bi awayek welê bû.
Li suriye rengek dîtire, dema 1963 rejima baas hat ser desthilatê leşkerê Suriye li ser bingehek ideolojik hate avakirin û heta piştre bû pirsek mezhebi jî.
Leşker kirin xwedi eqide 600 hezar lesker heye serok û generalen wan pirani alewine ji mezhebe serokin. Iro ew taifa serok jeye hemû dezgehen ewlehiyê ji vê taifine. 14 dezgehen Ewlehiyê (îstixbaratê) hene mirov wan jî wek 400 hezar kes djimire, tevî leşkeran dibin milyonek insan. Herweha dibêjin Partiya Baas xwedî 2 milyon endame li Suriye. Ev pêşhatinên hanê hemû taybetmendiyên dewleta Suriye ne.
Baas partiyek şoveniye beşek ji partiya Sadam Huseyin e. Bîr û beweriyên şovenî, rasîst di nav de gelekin. Her tişt yek aliye her tiştek yek e. Yek partiye, yek neteweye, yek desthilata yek seroke yek taifeye ev hemî bûye sedemek ku şoreş direj tir dibe.Dema direj dibe xusar jî gelektir dibe. Tê gotin ku heta niha 60 hezar kes şehid bûne.
Pirs: Li gora baweriya we têkçûna vê rejimê çikas dirêj dike?
Rastiye de kes nizane, lê gora rewşa Suriye û pêşketinên çêdibin mirov dikare texminekî bike. Li Suriye ji sedî 60 azad bûye Leşkere Azad xorttir bûye li gora vê rewşê texmînî heta mehek du meh din ev rejim namîne.
Başe rewşa tevgera kurd li Suriye ya rastî çîye?
Taybetmendiyek ya Suriye ew ku ev welat fireh netewî , fireh oliye û fireh mezhebiye. Li Suriye tiştek balkêş heye ku li ser nayê rawestandin. Niha li Suriye ji sedî 45 yan ne erebin yan nemisilmanên sune ne.
Ji berjewendiya kurdane ku ji berî her tişteki guhertin i Suriye çêbibe. Du awayan berjewendiya kurdan heye, yek demokrasi li suriye pêkwerê ya din jî ev zordarî li ser kurdan rabe. Dema dewleta Suriye çêbuye taybet piştî hatina hukmê Baas kurd her jêr destin , ji mafen xwe pê behrin. Sifeta giştî di nav şoreşê de ewe ku genc di refên pêş de ne. Roja yekem kurdan di nav vê tevgerê de cih girtine. Wek mînak 15-ê Adara 2011 tevgerek li suka Hemidiye herîke li Şamê çêbû.
16 Adarê 2011 xwepêşandanek li ber avahiya wezareta navxwe çêbû. Ew malbatên girtiya bûn di nav wan de ji sedî 40 kurd bûn kesên wek Xatu Hervîn Ose, Nesretin Ehme û malbata Michel temo. Piştî vê bûyerê berê şoreş ket Dera .Heftiye yekem li Qamislo, Amude, Dirêkê, Kubanê Helebê û tarakurda li Şamê xorten kurda xwepêşandan kirin. Gelek tensikiyat çebûn. Wek sewa, yekita xorten kurd Suriye, xorten azad, xortên yekgirt û xortên demokratên kurdan hemûya tensikiyat çêkirin û ketin qada tekoşînê de û pir ji wan hatin girtin wekçalakvanê bideng Şepal û herwiha Hisên Îssou geleka welat bicî hiştin.
Heta 8 mehan jî partiyên kurd li Suriye tevlî van xwepêşandanan nebûn. Ji ber ku biryarek wan di vî warî de tunebû. 14 partiyên kurd hebûn lê rastî ne gelek xwedî hêzbûn. dema xorta destpêkir hat xuyakirin ku xorta rê ji ber hemiyan girt. Şeqama kurdî ket di destê xortan de. Vê yekê şokek partiyên siyasî re çêkir. Ji 14 partiyen kurd 9 ji wan pêwendiyê wan li gel rejimê hebû. Ketin rewşek tarî de û nizanibûn çi bikin.
Piştî 8 mehan 12 partî hatin ba hev û Encumena Niştimaniya Kurdên Suriye çêkirin. Bi awayek eşkere û dibin kontrola dewletê de çêkirin.
Rolê Kurdistana Başûr di avakirina Encumena Kurd li Suriye de çibû?
Divê rasti newê winda kirin. Ev dîroke, divê mirov wefadari li gel ve meseleyê danûstanê bike.Ev mesele ne meseleyek kesayetiye meselek netewiye pirsa şoreşêye. Rastiiya vê li gora min zanî eve: Em hemû dizanin pêwendiyên serokê Iraqe li gel serokê Suriye xort bûn. ji berî serhildana Suriye çêbibê demekî, ji beri Adara 2011-ê hevditinek di nav herdu serokan de li bajarê Qirdaha çebûye.
Piştî bûyerên Tunis û Misi,r Suriye dizaniya dê li ba wan jî serhildan çêbibin.Di wê deme de serokê Suriye ji serokê Iraqê xwestiye ku bila kurd tevlî vê serhildanê nebin û be teref bin yan ji li gel min bin ezê mafê wan bidim.
Dibêjin ku serokê Iraqê jî gotiye ku ew nahile kurd bibin dijminê wan û tê gotin ku li ser vî bingehî ev Encûmen çêbibe. Encumen civina xwe ya yekem de neda diyarkirin ku rejim bila biruxe. Ev biryar tunebû dixwestin bê alî bin. Elbet ev 12 partî ne xwedî yek bîr û baweriyekin, xelkên tekoşer yên hêja di nav de hebûn. Ez hemûya wek hev nabînim.
Dema encumen çêbû bela xwe li xortan dan xwestin li ser hesabê yekitiya xortan şeqama kurd bêxin destê xwe de û destpêkirin ku tevgera xorta parçe bikin. Piştî pêkhatina encumenê tevgera xortan zeif bûn û serhildan li herêmên kurda qels bû.
Aliye din yê meselê pirsa PKK ye. Di heman demê de wek gihiştiye min serokê Iraqê bû wesite di navbera Suriye û PKK-ê de. Dibêjin serkirdeyatiya PKK û hinek berpirsên dewleta Suriye hevdîtin pêkanîm li gora tê gotin ev li Silêmaniyê çebû. Serokê Iraqê gotiye wan, madem Tirkiye dijmine we herdu aliyane çima hun nabin yek. Piştî vê ji tevgera PKK-ê bi navê PYD bi çekdar vegeriya Suriye. PKK ji wê rojêve bû amilekî taze di jiyana siyasî ya kurdên suriye de.
Wek hun dibêjin PYD vekirî projeyek ya rejima Suriye ye. Di vê derbarê de serokê Iraqê jî alîkarî kiriye.Lê PYD cardin bi daxwaziya herema Kurdistanê hevkariyek Encumenê niştimanyê kurd li Suriye re pêkanî. Lê li herêma Kurdistana Suriye PYD daxwaziyên rejimê pêk tine ev çewe çêdibe?
Baweriya min de dextek Îranî yanî Malikîli ya Bexdayê jî li ser serokatiya herêmê û herêmê bi giştî heye. Îro di her partiyekî de bîr û baweriyên cuda hene. Mesela li gora min dîtina PDK û YNK di vê derbarê de ne wek hevin.
Yani PDK û cenabê serok Barzani her û her li gel miletê kurdê suriye ye û berjewendiyê wan dixwazê. Ev hewldanê cenabê serok ew bû ku nehilê şerek birakujî di nav kurdan de çêbibe û yek rêziyek di nav kurdên suri de peyda bibe. Lê divê dexta Maliki û Îran neyê ji bîr kirin.
Piştî civîna li Hewler PYD herêma kurd li Suriye kir di bin destê xwe de. Bi çekdari, bi navê hêzên cuda ku hemî PKK ve giredayine. PKK-ê tifaqî li gel rejimê heye û çekên dewleta Suriye di destê wan de ne. Mesele seyterê wan li deverekiye 20 metreyen din seytera muxabaratên cewî yê Suriye hene. Lê ya ecêb di medyayê de dibêjin ku tu pêwendiya wan li gel rejimê tuneye. Başe ma hun bi zorê ketin Suriye de. Berpirsên wan bi rêya balafirxana Şamê tên û diçin.Herkes vê pirsê dizanin ma çima vedişêrin.
Niha pirsek heye ku ev Tevgera gencan gazindeki dikin ku dibêjin herêma kurdistanê bi awayê pêwîst giringiyê nade wan. Wek din ew li himberî PYD xwedî helwestin. Lê dibêjin ku partiyê din rê li wan digirin. Di vê derbarê de hun çi dibêjin?
Di baweriya min de gazindê gencan di cihê xwe de ye, ez jî hinek gazinda dikim. Dema xort di şoreşa suriyede beşdarî kirin diviya herêma Kurdistan pişgiriya wan bikira. Wê demê firsetek bû ku herêm li gel van xortan rawestê. Rola partiyên klasikî gelek qels bûye. Em gazindê dikin çima li xortan nebûn xwedî. Partiyan jî firsetek dîtin ku di rêya vê sêbera netewî de xwe bi hêz bikin. Niha PKK bi navê Parastina Gel beyan derxistin û dan xuyakirin ku; Peymana Hewlêr me girê nade, em bi serê xwene û em tenê biryarê didin. Ji berî çen rojekî li Girkê Legê çûne hinek buroyên partiyên siyasî gerane gotine nebê tu çek liê hebe û parstina vê herêmê ji me tê xwestin û divê her tişt bi rêya me be.
Eger xwe di bin hinek navên wek Heyet Tensîq de vedişêrin ku li gel opozisyonê ne. Lê eşkereye ku ew li gel rejimîne. Netice jî ispat kir ku gazindê me di vî warî de ji herêmê cihê xwe de ne.
Başe heta niha ne Encumenê kurd û ne jî piştî li gel PYD-ê jî hevkarî avakirîn,vê hevkariyê tu hevkariyek fermî li gel Encumenê niştimaniya Suriye pêknehatiye. Gelo sedemê vê yekê helwesta Encumena Suriye di derbarê kurdane yan jî kurd naxwazin ku xwe temamî ji rejimê biketînin di vê warî de hun çi dibêjin?
Dema di seri de encumena kurd hate avakirin, opozisyona suri herweha Leşkere Azad ( gelek ji wan di nav refen dewlete de bûn û veqetiyan) Wan digotin gelek ji van partiyan girêdayê rejimêne û baweri ne dianin. Heta digotin ev encumen temsila kurda nake.Encumenê kurd jî naxwaziya hevkariyê çêbikin ji ber ku digotin eme navê de bin kî ser bikeve emê li gel wan bin.Fikret intiyazî.
Piştî PKK bû beşekji îtifakiya wan mesele eşkere bû. Niha dibêjin“şebihê“ kurdan hene. Em ji vê yekê gelek şermezarin.
Eve 40 salin diyaloga min li gel erebên Suriye heye. Piştî şoreşa Suriye gelek gaven girng ereban li himber pirsa kurd avêtin. Ev qebul dikin ku miletê kurd li suriye heye, li ser erda xweye ne mahicire. Problemek vî miletî ya netewî heye divê pirsa wan rengek demokratik li ser esasê daxwaziya wan bête çareserkirin. Dibejin mafê kurda bi heqe û wê bikeve desturê de. Opozisyona suri bi gava aliyê me de hatiye. Pirsa kurd ji pirsek niştimaniye û pirsa demokrasiyê ye jî. Encumen ku heyeta Olya re tifak kirine, Heyeta olya dijê opozisyona surine , ew hêceta çedikin.
Niha emdizanin ku desthilatdariya Kurdistana başûr serok û serokwezîrê herêma Kurdistanê pişgiriya beşên din yê Kurdistanê dikin. Niha ji bo rewşa heyî ji bo tevgera kurdê Suriye, we siyasetmedarekî çi pişniyarên we ji bo wan hene.Li gora we divê çi bête kirin?
Destkeftiyên mezin li Li Kurdistana Başûr hene ev destkevtiyên netewîne û divê bêne parastin. Em naxwazin ji bo kurdên Suriye ev destkeftî bikevin xeterê de. Ev destkeftî ji bo me gelek girîngin. Wek kesayetek Kurdistanî ez bawer dikim ku divê destkeftiyên li Başûr heyîn bêne parastin.
Em Ji Kurdistanê heta ji Kurdên Tirkiye û Îranê jî dixwazin , eger nikaribin feydeyê bigihînin pirsa me bila zerêrê jî nedin me. Niha Kurdistana Başûr xwedî imkanin . Em dixwazin in ji bo şoreşa Suriyearîkarbin. ji bo gencên me yên xebatkar ku di şoreşêde ne îro, ew kesên ji leşkeriya Suriye revîne û hatine vê derê zêdeyi 2000 kesin divê li wan xwedî derkevin. Eger xwedî dernekevin bila rê bidin wan vegerin. Li ber sinor çi dikin.
Dixweyê PKK naxwaze ew genc vegerin Kurdistana Suriye. Em naxwazin zerer ji bo me bigihê Başûrê Kurdistanê ,lê em naxwazin zerer bigihe tevgera me jî. Divê di mesela netewî de tewezinek hebê. Lazime berjewendiyên hemî aliyan divê bête diyarkirin.Wek kurdên suriye berjewendiyên me şoreşêre ye, berjewendiyên me guhertinê û hilweşandina rejîmê re ye.
Rejimek dewletek nu fireh netewi ava bibe ji berjewendiya me re ye. Em rasti dibejin biryara şoreşê ketiye destê hindur de, destê yên ku li hindur de xebate dikin, ew jî Leşkerê Azad û tensikiyatin. Divê li gel wan danûstandin bête kirin û alîkariya wan bibe ne li gel vayên derve.
Spas dikin wek din daxwaiyek yan gotinek we ji bo raya giştî heye?
Ez bi cidî û vekirî dibêjim cenabê serokê herêmê agahdarê mesela Suriye ye û gelek bi dilsozî jî li vê pirsê dinêre. Lê em mercên herêmê û navnetewî jî dizanin. Kurdên suriye li gel rêbaza Barzaniyê nemirin û em dizanin jî ev rêbaz li gel şoreşa Suriye li gel kurdên Suriyeye. Em hêvîdikin ku tewezinek çêbibe ku arîkariya xortên me û şoreşa me bêkirin û xeletiyên heyanî niha bûne derheqî Rojavayî Kurdistan bi nerînek rexnegirî bête vejandin û rêçikin taze bidozin ku liber çavin ku berjewendiyên kurd û şoreşa Surî bicih bike.
Gelek sipas bowe u bo hemi karmendên rojevê u herbijîn.
27.09.2012
Rojevakurd/Hewlêr