Ev li Diyarbekirê nayê

 

Wek tê zanîn hukumeta Tirkiye dersa zimanê kurdî wek dersa bijare kirdi  bernemeya dibistana de. Kurda dixwestin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê û zarokên kurdan bikaribin bi zimanê xwe perwede bibin. 

Lê hukumetê xwendina bi zimanê kurdî wek derseke bijarte pejirand, yanî eger xwendevanek bixwaze dikare dersa zimanê kurdî hilbijêre û bixwîne. Wek dersa zimanê kurdî gelek babetên din jî wek dersên hilbijare îsal hatine qebûlkirin.

Li gora agahdariyên medya Tirkî li bajarê Diyarbekirê gelek xwendevanan dersa kurdî hilnebijartine. Hêvî hebû ku taybetî li deverek wek Diyarbekirê gelek xwendevan dersa kurdî hilbijêrin û heta temamiya Kurdistanê de daxwaziyek gelek mezin  ji bo xwendina dersa zimanê kurdî hebûya.

Lê mixabin li Diyarbekir heta niha tenê 123 xwendevana xwestiya dersa zimanêkurdî wek dersa hilbijare bixwînin. Raste kurd dixwazin bi zimanê xwe perwede bibin û daxwaziya kurdan ya xwendina zimanê kurdî daxwazek rewaye û ev mafêk siruştî yê kurdan e.

Mixabin hukumetê ev yek nekir. Lê kurdî wek dersa hilbijare danî. Ji bo vê jî diviya sedhezaran zarokên kurda talebî ji bo dersa zimanê kurdî bikiran, ev yek dê daxwaziya kurdan daniya hole û bi awayekî ev biryara hukumetê jî dihat protesto kirin. 

Perwerda zimanê kurdî mafê meye, lê dersa hilbijarte jî dikare bibe gavek ji bo destxistina vê mafî. Niha hinek rayadarên dewletê dikarin vê bi karbînin û bêjin zarokê kurda naxwazin kurdî bixwînin.

Lê çibe bila be, li Diayrbekir tenê daxwaziya 123 xwendevana dersa zimanêkurdî hilbijartine. Ev hêjmar ji bo zimanê kurdî kemasiyeke û ev kêmasiya wan dezgeh û aliyên li vê bajariye jî. Gelo çend zarokên berpirs û endamên partiyên kurdî zimanêkurdî hilbijartine?

 

Nerîna min :