Cîhan

Li Yewnanistanê gel û polîs hatin hemberî hev

Li Yewnanistanê, di navbera polîs û gelê Yewnanî de, ku rûyên xwe bi maskeyan veşartibûn, pevçûn derketin. Gel, ji bo ku polîtikayên hikumetê protesto bike, dakete kolanan û dest bi grevên mezin kirin. Di serî de Komisyona Ewrupa, Bankaya Navendî a Ewrupa û tedbîrên tasarufê yên ku ji aliyê nûnerên IMFyê (banka pera a cîhanê) ve tên sepandin, hatin protestokirin. 

Li Yewnanistanê, ji ber qeyrana aborî, hikumeta Yewnanistanê pakêteke kember şidandinê xiste meriyetê. Bi vê pakêtê, 11.5 mîlyar Euro dixwazin ji xerckirinên dewletê tasaruf bê kirin. Ji ber vê jî, her diçe kembera gel tê şidandin. Gel jî ji bo ku vê pakêt protesto bike, biryara greva mezin da û dakete kolanan.

Di encama çalakiyên protestoyan de, di navbera gel û polîsan de pevçûnên dijwarqewimîn. Li qada Sintagma, li ber avahiya parlementoyê, gel, bi kevir, molotof û şûşeyan êrîşa polîsan kirin. Polîsan jî, bi bombeyên gazê bersiv dane çalakwanan.  Di encamê de hêzên ewlekariyê çalakvan belav kirin lê, di nav ziqaqan de çalakiyên komên çalakvanan dewam dikin.    

Back to top button