Ji ber şerê navbera PKK û Tirkiyê heta niha zêdetirî 90 malbatên Bakurê Kurdistanê yên bajarokê Şemzînanê koçberî Başûrê Kurdistanê bûne û li herdu bajarokên Mêrgesor û Soran bi cih bûne.Rêveberê Rêveberiya Koç û Koçberan a Soran Ebas Emîr ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro rêxistina Qendîl ku rêxistineke navdewletî ye û ser bi Neteweyên Yekbûyî ye alîkarî bi ser koçberên Bakurê Kurdistanê yên ku berê xwe dane Başûrê Kurdistanê û li Soran bi cih bûne, belav kir. Ew alîkarî jî pêkhatibû ji xwarin û cil û berg û kelûpelên navmalê.”Ebas Emîr wiha got: “Beriya niha jî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî bi ser wan koçberan de belav kiribûn.”Ebas wiha domand: “Li gorî amaran, heta niha 90 malbat hatine sînorê Mêrgesor û Soran, ku hejmara wan zêdetirî 450 kesî ye û tişta ku ji destê me bê em ji wan re dikin, lê ji ber ku ti kamp li wê deverê tine ne, li malên mervên xwe bi cih bûne, eger hatina wan berdewam be, em neçar in cihekî ji wan re çêkin.”