Kurd doza pişgiriyê dikin
Ev demek e grûbeke jin û mêr kurdên Rojhilata Kurdistanê jiber ku daxwaza wan ya penaberiyê hatiye redkirin, li paytexta Swêdê, Stockholmê li meydana Sergelstogê ketine greva birçîbûnê.
Xetera bipaşveşandina wan bo Îranê di rojevê de ye. Li gor endamên grûbê, ev nêzî mehekê ye ku ev çalakiya wan destpê kiriye û heta ku mafên xwe bidest bixin, dê çalakiya wan berdewam berdewam bibe.
Rojevakurd duh bi şev serdana çadira penaxwazên kurdên Rojhilat kir. Ew di bin vê serma û baranê de, di çadireke tenik û kevin de dijîn.
Ji bo ku mafê wan yê enaberiyê were qebûlkirin ji hemû kurdan, nemaze ji kurdên Swêdê alîkarî û piştgirîiyê dixwazin.
Beşek ji kurdên ku çalakiya xwe didomînin ev in:
Fetah Ebrahîmzadiyan
Khaled Amînî
Karîm Elyasî
Mohamad Amîn Ahmad
Majîd Elîyassî Sazalî
Rasul Sherîfî
Khabat Honarmand
Rahman Husînpour
Faraydon Hassan Azarpoor
Jaafar Hassan Kadîr
Khadîjeh Abobaker Abobakerî
Omed Khîzarpoor
Bahe Khalanajad
Hîdî Hosnîpoor
Mahammad Rashîd Rashîdî Îsrîs
Çend weneyên pênaberan:
Nûçe: Rojevakurd/Stockholm