Kurd di çavê dunyayê de
Lê we hîndû qilandin,betilandin, cî-warê wan rûxand, hetimand, çend sed salin keda milyon-milyon însanî we hezimand, ji bo berjewendîyê xwe heyfa we tu tiştî û tu kesî nehat û nayê, hun eşkela dijî mirovan ,gelan çeteyê dikin,qanûna ji bo berjewendîyê xwe derdixin,dinîvsin,dunyayê hes dikin li bin bandora xweda xayikin. Lê we bi kurda nikaribû..Kurd jîn. Kurd sembola jîyanêne.Jîyan ji bo gelek miletan ji kurda dest pêdike.Fermandarîya bi edalet navê kurdava girêdayîye.
Kurd careke din vedigerin li ser sehna dîrokê. Karên qenc ên ku bi kurdava dest pêkirbû dîrokêda nehate sêrî.We desthilatdarîya xwe bi çetetîyê dest pêkir. Pey fasîleke dîrokî kurd rabûn û destbi peywira xwe dikin,edaletê berpa dikin. Dema hemdemîda mirovahî hewceyî edaletê û rastîyêye. Kurdin zamîn,garant û altindarê edaletê.Dagirkerîyêda edeb,tore,exlaq,edalet têk diçe,tê vemirandinê.
Laşê kurda,xwîna kurda bi edaletêva li ser rastîyê û evînê hatîye mewcandinê.,bingeh û dîwarê edaletê kurda hilçinîye,hilbirandîye ev dîwar tu wext hilnaşê.Lewra her mirovekî saxlem,bi wîcdan,bi exlaq edaletê silav dike.Hun çiqasî edaletê pêpez û înkar bikin jî ew qut nabe. Lewra torîvan û evîndatê edaletê kurd û Kurdistan bi gorî dîroknas ê navdar Galyama Salavat venamire. Cî û warê kurda a ku hezar salanva lê dijîn bêşîka şaristanîya mirovahîyê tê hesibandin.
Mirovahî beqî vê bêşîkê mezin bûye ,gavên balkêş PÎROZ avîtîye Ji bo vê şaristanîyê mirovahî kurdara deyndare .Lê hun dereqa kurdada fikir û ramanên xirab û kotîdanin ji mera fermana tunekirin û ûmha kirin ê hun didin. We bombeyên xîmyayî ( kîmyavî ) jî barandin li ser Xêrosîma, Nakasakîyayê (YAPONYA ).
Hela hê jî li wir bi hezaran mirov sreqet têne dunyayê,dunya bê edalet.Dûra we çi anî li serê Vêtnamê,Korêyê û bi dehan dewletên din. We hertim bi vaîskarî,talankarî,bi fikrên xirabva êrîşî li ser gelan û welatan kiriye.Hun êrîşkarê qurnane,manyakê mirovan yê dîrokîne , xaînê miqîmîne,hertim îxanetê hemberî mirovahîyê dikin
Qafê weda çi raman û fikirên xirab heye we anî ziman. Lê hun torinên Selaheddîn Eyyûbî hemberî xwe bivînin û dîroka buhurî têkin bîra xwe .Em bi ezm, bi îrade, bi biryar mînanî bapîrê xwe ala biratîyê,aştîyê,azayê,wekhevîyê ya altindarîyê hildibirînin.ALA ME YA BIRATÎYÊ yê bimilmile. Lê hun nizanin biratîyî çîye.Lewra bav û bira,ol û îman, xwedayê we jî dirav û dollare.
Cî û warê me kana xeznaye cavê we hertim têda maye. Lê we bi me nikarbûye. Îskenderê mezin kurd girtine birine welatê xwe geçên gelê xwe ên bedew dane kurda ku dola gelê xwe bugehire,ji wanara ji kurdan şervan, rêber, serok, mêrxas,pêşeng çêbin,lê hun fermana şewitandinê,tunebûnê,mirinê didin.,careke din mîntalîtêta xwe hov,qirêj,xaîn ,xemsarîya xwe a hemberî mirovan dîyar dikin.Îsbat dikin ku hun kîne…Tercûma-halê xwe we zelal nivîsî..Hun hemîşe jî dijî mirovahîyê xemsar û laqêyd bûne.
Ku tu hatî hilbijartin çawa prêzîdênt ê ŞAY ê te destê xwe danî li ser pirtûka evra ,,,,BÎBLÎYA,,,,YÊ û li ber milyonan ,li ber vê planêtê sond xwer ku bê mafîyêra,xwîn rijandinêra rê nedî ,ji bo parastina mafên mirovan berpirsîyarî te hilda li ser xwe.Te li ber xwedayê mezin sond xar û soz da ku bi edalet kar û xebatê bikî û hertim di xizmeta mirovandabî.Lê çawa li ser text rûniştî te mejû û ramanên xwe qirêj ê dijî mirovan bê şik anî ziman..Her weha we testîq kir ku hun ne tenê dujminê mirovanin usa jî dujminê xwedayê dilovanin. Hun li ser soz û sonda xwe nesekinîn.
XWEDA LI QURANA PÎROZDA DÎYAR DIKE ,,KUŞTINA MIROVEKÎ KUŞTINA HEMÛ MIROVAHÎYÊYE,,,,(El-Maîde sûre 5, aye 32 ). Kî ku hemberî bendê xweda bêedaletîyê dike ev bê edaletî xûd hemberî xwedayê mezine jî. Xwedayê mezin em jî xuluqandine, heqê me jî jîyanê heye,kesî heq nedaye we hun ji mera fermana şewtandinê ,tunekirinê û hemberî hevdu rakirinê bidin. Eva cînayetek mezine li hember mirovahîyê û xwedayê dilovan, bê xwedêtîye.
Hun me biçûk nebînin, kurda çend cara biryar û rênîşa dîrokê,demê a dijî mirovahîyê vala derxistine. Yê hewla we jî vala derxînin. Kurd nirxên pîroz ra ê mirovahîyêra secdê dikin.Yekbûna xwe ra jî îmanê tînin.Li ber vê îmana me desthilatdarên qirêj ên dunyayê şaş û mat mane..Altindarîya me qutbûna wane
Yekbûn wesîla parastina mafê netewan û mirovane.Yekbûn ji bo jîyana bi şeref û pêşketina gelan û kesayetan şert û pêwîste..YEKBÛN ZEMÎNA SERKETINA MILYONANE . Mijara YEKBÛNA ME EDALET,RASTÎ, WEKHEVÎ Û RIZGARÎYE. Bi van prînsîp û pîvanan em bersîva we didin.
Tiştê enî pîroz jîyane,jîyan efrandarîke xwedaye,em ji bo jîyanê dimeşin.Mirov jî derfeta jîyanêye. Ên ku kuştina û tunekirina mirovanra,gelan ra fermanê didin,an jî mafê wan ê jîyanê pêpez û înkar dikin ew îrada ( vîn ) xwedayê mezin û dilovan ra jî îxanetê dikin û dijî heyîna wî dertên.
Koledar hewl dide îrada me şikest bike. Lê em bi berxwedan,bi serhildana bersîvê didin. Helwesta neyara me hişîyar dike.
Dagirkerîyêda edeb,tore,exlaq têk diçe. Kurd torîvanê edeb, tore û exlaqêne û dijî dunya bê torê,bê edalet bi îsrarin…….
Kurd miletekî dîrokî ,berxwedan û navdare. Hêjayî jîyana bi rûmete….
KURD HAKÎMÊ ,TORÎVANÊ WEKHEVYÊNE. CÎHAN HEWCEYÎ EDALETA KURDYE…………………………..
BÊWAR BARÎ TEYFÛRÎ