Nivîsar

Kurd bi xwezî û daxwazê nagehin amacê

 

Di havîna vê sala 2014an de ku sed sal berê eynî sal destpêka Şerê Cîhanê yê Yekemîn bû, niha jî destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e ku li  Rojhilata Navîn xasma jî weke caran qada Kurdistanê kiriye wargeh û axa wê bi agirê xwe dikelîne, Neteweyê Kurd jî pêrgê êrîşên nijadperestiya biyaniyan kiriye. 

Hin tişt hene mirov bike neke, mîna dilê meriv çênabin. Lê ev dema niha, heyîneke pir giranbiha ye û lezgîniya wê mînaye bayê. Divê Kurd wê binirxînin. Yanena, dem li benda Kurdan nasekine. 

Jiyan helwesta li dijê mirinê ye, eger Kurd helwesta xwe bi awayekî geşdar dane nîşandan, Kurd serkeftinê bi dest dixin. Yanena, mirin bi gewriya Kurdan girtiye û dê wan bifetisîne. 

Di vê geremola li Rojhilata Navîn de, divê Kurd dest ji du tiştan bernedin. Yek tendurustiya netewî û ya din jî dîplomasî.

Pêdivî ye ku Kurd wek netewe xwe li ser nigên xwe ragirin, eger na xwe bi xwezî û daxwazan nagehîne felat û serkeftinê. 

Divê hemû birr û siyasetên Kurd bihna xwe mîna ya hingiv û a gulê xweş, rengê xwe jî mîna yê avê zelal û delal bikin. Herweha kul, keder û xemgîniyên di nava xwe de jî pûç bikin. 

Îro dem dema şadî, şahî û hewldanê ye. Divê mirov bi çu rengî bê hedan û bêsemax nebe. Yanena, dema xewa mirina nijadî, ji sed salî zêdetir e.

Jiyanê pir tişt nîşanê Kurdan daye û her wisa pir tişt radestê wan jî kiriye. Divê Kurd bi demê û tiştên tê de bigirin û bernedin. Eger bi vajiyê wê tevbigerin, xwe ji berpirsyartiya mêjûyî felat nakin 

Divê Kurd netirsin, lewra ecel yek e û tenê carekê tê ber deriyê wan. Ev geremol û siqûmat û bobelatên ku têne serê Kurdan, tev katî ne û demekurtek şûnde wê herin û di gerîneka dîrokê de bixeniqin. 

Piştre pirsek derdikeve holê: Çima te nekir?

Axa sar termê wî kesî dihewîne ku xelkê wî jê razî be. 

Xwedê jî gotiye: Kesê ku xelk jê razî be, ez jî jê razî me.

Bi hêviya serkeftin û azadî û serfiraziyê, her şad û bextewer bin…

19/ 09/ 2014 

Zeynelabidin Zinar

[email protected]

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button