Polîtîk

Barzani: Pêşmerge serkevtinên mezin destve tînin(Video)

Îro în 19.09.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel hejmarekî zêdeyê ji mamostayên olî yên li sînora parêzgeha Dihokê civiya.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî xweşhaliya xwe ji bo kombûna li gel mamostayên olî derbirî û li gotarek de balkişand li ser rewşa niha ya Iraq û Kurdistanê û şerê sepandiya terorîstan ya li ser Kurdistanê kir û bi hurî sedemên wê şîrove kir û balkişand li ser wê yekê ku Kurdistan ji berê de penageha lêqewimiyan bûye û eve çanda xelkê Kurdistane ku rêz li lêqewimiyan digre. Lê belê tu demekî nebûye beşek ji gengeşeya pêkhatên Iraqê.

Li beşekî dinê gotara xwe de Serok Barzanî ragihand: Terorîst bi wan çekên pêşketî li şikandina artêşa dû welatan da bi destê wan ket û êrîşa Kurdistanê kirin, lê belê zû plan û taktîkên wan ji bo Pêşmerge eşkere bûn û Pêşmerge ji haleta bergirîkirinê derket û helmeta azadkirina navçeyên veqetandî destpêkir. Niha Pêşmergeyên qehreman roj bi roj serkeftinên mezin tomar dikin û terorîst nikarin xwe li beranber êrîşa Pêşmerge rabigrin û ew hemû cîh jî têne azad kirin ku heta niha li bin destê terorîstan da mane.

Serok Barzanî ragihand: Eve şanaziyekî mezine ji bo Pêşmergeyên Kurdistanê ku karîn hêzekî dirinde têkbişkînin ku berê artêşa pirçeka pêşketiya dû welatan nekariye li beranber da rabiwestin.

Li beşekî dinê gotara xwe de Serok Barzanî balkişand li ser rola hestiyara mamostayên olî kir li perwerdekirina gencan li ser bihayên bilindên nîştîmanperwerî û lêborînî û pêkvejiyanê. Serok Barzanî tekez kir ku gelê Kurdistanê bi bawerbûna bi azadî û lêborînî û pêkvejiyana aştiyane, karî wê palpiştiya navdewletî desteber bike ku niha li şerê gelê me beranber terorîstan dibînîn, ji bo wê yekê erkê mamostayên olî eweye rê nedin gencên me berev ladan û tundutîjiyê biçin û pêwîste wan bihayên pîroz biparêzîn ku bi dirêjahiya dîrokê wekî şanaziyekî mezin ji bo gelê me hatiye zanîn.

Li dawiyê de dergeha guftûgo û pirsiyaran ji bo mamostayên olî hate vekirin û mamostayên olî helwestên Serok Barzanî bilind nirxand ku ji destpêkê ve wî bi xwe bi hurî û ji nêzîk ve çavdêriya rewşê kir û kesên nêzîkên xwe şande bereyên şer û amadebûna wan dilniyayî û gur û tînekî mezin bi hêza Pêşmerge û hemwelatiyan bexşî. Mamostayên olî tekez jî kirin ku her wekî çawa ji berê de wekî Pêşmerge li sengerê bergirîkirina li axa Kurdistanê da bûn niha jî amadene li şerê dijî terorîstan da biçine sengerên bergiriyê û tekez kir ku ewê nîştîmana xwe hez bike û bi  navê wê da necengê li ol da bê baweriye.

Back to top button