Kultura Demokrasiyê

Şerefxan CizîrîTevgera kurdan serê gotinê binê gotinê têgeha demokrasî bikar tine. Di hemû mijaran de gotina demokrasî û demokrat bûne weke xemilandineke efsûnî. Bi taybetî ev salên dawî, ev gotinana gelekî tên bikaranîn. Têgehên ku bi vê gotinê ve girêdayî ne, bûne dermanê hemû derdan. Gotina demokrasî bûye gotineke gelekî populer. Di hemû niqaş, rêxistin û civatan de, di çalakiyan de, di medya de, dubare em vê gotinê bikartinin. Ez bûme dîtyarê ku ev gotin her ku diçe hêdî hêdî bê naverok dibe.Tenê tê gotin û hew!Di gelek tevgirêdanan de ev têgeh tenê weke gotinekê xweşik dimîne. Pewistiya vê têgehe çîye gelo? Li ser vê pirsê em xwe zêde naêşînin. Di nava me de çiqasî kultura demokrasî rûniştiye? Em di nava xwe de çiqasî pêwistiyên demokrasiyê bicîh tînin? Heta pîvanên demokrasîyê çi ne? Li ser vê yeke em zêde hûr û kûr nabin. Em texmîn dikin an jî bahwer dikin ku gotin bes e û niqaşên zanyarî jî ne pewist in…Ez vê dîtinê gelekî şaş dibinim;Berî her tiştî bi têgeha demokrasî ve girêdayî gelek pîvan, dîtin, pratîk, bikaranîna wext, teknîka civînan, teknîka biryardanê, beşdarbûn, teknîka niqaşên demokratîk, zelalkirina pêşneyar û biryaran, rêzgirtin ji dîtinên mixalif re, azadiya raman û gelek pêwistiyên din hene… Divê ev pêwistî piralî werin nîqaş kirin, li derdora van pêwistiyan kulturek ava bibe û mirovên me, vî kulturî di kesayetîya xwe de biserifînin. Ji bona vê yekê ji zanebûn lazim e, perwerde lazim e, tecrube lazim e, pîvanên exlaqî lazim in ûhw…Gelek caran civînên me weke odê gundan bireve diçin. Ango biser û berin… Ma para xwe ji kultura hemdem negirtiye. Di gelek waran de mirovên me xesîmin, hayê wana ji bayê felekê tuneye û naxwazin xwe nû bikin. Tenê gotineke fêrbûne; ji nû de xwe avakirin! Lê xwe nû kirin nayê bîra wana! Demokrasî xwe nû kirine, ne xwe ji nû de avakirine! Divê em form û naveroka sîyasetê nû bikin! Bi taybetî forma sîyasetê li ba kurdan gelekî li paş maye.Ma demokrasî tenê bigotinan çêdibe?Ma ne divê mirov pêwistiyê wê jî bicîh bîne…Heger demokrasî evqasê hêsanî ba, hema bîla hemû kes, rêxistin, sazî û dewletan li pêşîya navê xwe gotina demokrasî danîna û xwe jî ezabê dinyayê xelas kiribana! Lê em dizanin ku tevgerên sîyasî û rewşenbîrî nikarin xwe wilo bihêsanî ji nava wan pirsgirêkan azad bikin. Ji ber ku kultura demokrasîyê xwedîyê dîrokeke dûr û dirêj e…Xwedî dîtin û raman e, beşek ji mafê mirovan e, xwedî pratîkek dewlemend e û helwesteke gerdûnıye.Heger mirov tiştek got û deklere kir, divê mirov pêwistiyê wêna jî bicîh bine. Ma ne wilo ye?Di vî warî de ez tevgera Kurdan gelekî qels dibînim. Di gotinan de em gelekî li pêşin û dikirinan de em gelekî qels in. Bi taybet di warê demokrasî û pratîka wêna de, em pir li paş mane. Bi kurti gotin û kirinên me bi hevdu re nameşin! Silavê jî li hevdu nakin!Çima gelo?Ez yekê wilo dinirxinim; ji bona ku gotin û kirin bi hevdu re bimeşin û li hevdu bibanin zanabûneke civatî pêwist e. Gava ku mirovê sîyasî û rewşenbîr di derheqa civatan de ne xwediyê zanebûnên ekonomîk, sosyal û kulturî ûhw bin, di xebatan de başî û xerabî nikarin ji hevdu werin cudakirin. Mirovê netêkûz, mirovê nezan, mirovê ku ne xwediyê zanebûnên bingehîn e ewê çawa karibe başî û xerabiyê ji hevdu cuda bike?Vêca tew kû ev mirov berpirsbin jî! Rewş xerabtir dibe û alozî zêde dibin. Mirovê ku di derheqa komelan de, di derheqa sazîyan de, di derheqa birevebirana komelan de, di derheqa armanc û destûran de ne xwedîyê zanebûnên bingehîn bin, ew ê mirovên wilo çawa karibin berjewendiyê netewa xwe, rêxistina xwe, doza xwe û ya şexsê xwe ji hevdu veqetînin? Mirovê wilo di nava me de hene, xwe dixin şûna her tiştî! Mirovên wilo ne komela xwe, ne sazîya xwe, ne jî doza xwe dikare temsîl bike. Lê belê sexsê xwe baş temsîl dike! Ji xwe ya helî giring jî ji bona wîna ev e! Dinya li dora wana dizêvire û ew jî dibêjin; ‘ez im Xelifê Bexdê’Mesela giring ev e  ku tevgera kurdan karibe mirovên wilo zû nasbike û gavên xwe li gora vê yekê biavêje…Kûndirên wilo divê wegerin nava bistanan, ne bibin berpirs û serokên sazî û komelan…Li aliyê din; di xebata me ya komelayetî da çavdêrî û saxtikirin hergav ji hêla berpirsên banî de lidardikeve. Gava ku çavdêrî û saxtikirin hergav ji jor de were, kesên ku sazî û komelan bireve dibin, tenê hesaban didin yên diser xwe re. Sazî û komele pêwistiyên demokrasîyê bicîh nayînin. Şelafiyan tenê ji yên diser xwe re dikin! Yên dibin wana re, ango yên ku komele û sazîyan liser lingan dihelin, têne di rojê giring de, dibin aktor û çalak dibin. Ango mirovên wilo tewşo mewşo xwe weke şivan dinirxîne û xelkê jî weke pez dizana. Hemû kes dizane ku di kultura demokrasî de şibandina şivan û pez derbas nabe. Li gora vê şibandinê xelk hergav razayî ye û li bende rehma Xwedê ye! Hayê wana zêde ji bayê felekê nîne!Li bende şivanê xwe ne ku ji wana re li bilûrê xine…Ew helwest û mentalite  li ku derê be divê were şermezar kirin û hilweşandin…Ji bona ku kultura demokrasî di nava sazî û komelên me de cîh bigire, divê çavdêrî û saxtikirin ji jêr berbî jor de here. Divê çareseriyên li pişt perdan ji holê rabin. Li kultura demokrasî de li pişt perdê tiştek tuneye û hemû tişt li ber çawa ye. Eşkerebûn xala helî giringe di kultura demokrasî de. Û divê mirov vê yekê jî bi bahwerî bicîh bîne! Ya na demokrasî û xebata demokratîk têne di gotinan de dimîne, ev jî dibe babetekî xwe xapandine.Ji bona ku doza me biser bikeve kultura demokrasî pêwistîyeke gelek giring e.Kultura demokrasî divê bibe prensîbê jîyanê ji bona tevgera kurdan. Ji bona serkeftina gelê me tu riyên din li pêşîya me tune ne…Ji ber ku wê kultura demokrasiyê di warê sîyasetê de nekirkêr û şarezayan, kedxwir û kedafirînêran, mirovê dozê û kurtêlxwiran, zana û nezanan, Kurdperwer û canbazên sîyasetê bi xetên qalînd ji hevdu cuda bike. Ev jî ji bona doza netewî pêwîstiyeke dîrokî ye. 

Nêrînek

Nerîna min :