
Şanaz Îbrahîm Ehmed berpirsa rêxistinên derve di peyamekê da Kosret Resûl cîgrê sekreterê gişitiyê Yekêtiya Nişitmaniya Kurdistanê (YNK) bi wê yekê tawanbar dike ku wî nekariye li gor berpirsiyariya xwe be û nekariye bersiva daxwazên endam û kardroyên YNK bide û YNK ji wê krîza tê da ye xlas bike û dbêje:
– mirina rêber mam celal, erk û berprsiyariya parastin, nûkirin û geşkirina YNK xiste ser milê me hemûyan, ji humûyan zêdetir erka ser milên cîgrê sekreterê gşitiyê grantir û mezntir kriye. lê mxabin di warê bersvdana daxwazên kadro û endamên YNK ji bona biriyarên yekalîker û bestina kongereyê bi wezfeya xwe nerabûye. Ji ber hindê YNKyên xweragr û parêzerên hizba şehîdan ji we gelek bê hêvî bûne.. .
Şanaz Îbrahîm (xûşka Hêro Îbrahîm hevjîna Celal Talebanî) di peyama xwe da behsa rewşa navxwe ya YNK dike û dêbije ku rewşa navxwe ya YNK wesa xerap bûye ku êdî “YNKyên dilsoz hizba xwe nas nakin, çi sîmayê hizbatiyê bi hizba 44 salî ve nemaye.”
Navborî daxwaz ji berpirsên YNK û bi taybetî ji Kosret Resûl dike ku hema ji bo carekê jî be berjewendiyên YNKê bêxin d ser berjewendiyên xwe yên şexisî ra:
– Gelo daxwazên me ew qas ji bo berjewendiyên we yên şexisî jiyanbexşin ku hûn newêrin kongereya bêtewafiq bibestin? Gelo rêzên nav YNK ew qas ji hev ketine ku êdî hûn nikarin di bin konê mala mezin da bicivin? Gelo heta wê dereceyê we bawerî bi hev nemaye ku di dema bestina kongereyê da metirsiya bikaranîna hêzên çekdar li dijî hev di nav hola kongereyê da hebe?
Şanaz daxwazê ji Kosret Resûl dike ku bi berprsiyariya xwe ya dîrokî rabe weke berpirsê yekem yê YNK biriyara bestina kongereyê bide.
Mediya ser bi baskê Kosret Resûl ve bersva peyama Şanaza Îbrahîm dide û wê bi direwîn û durûyîyê bi nav dike û dibêje ku Şanaz Îbrahîn bi rêya nameyeka bêserûber ku ji bo kesê yekemê nav YNK (Kosret Resûl) nivîsiye ” dest bi qîre qîrê dike û hewl dide rastiyan şêlû bike…”
Eenger Ebidulsemed kargêrê melbendê Hewlêrê yê Yekêtiya Nişitmaniya Kurdistanê di bersva xwe da ji Şanaz Îbrahîm ra dibêje ku kongereya vê carê dê li ser mal û milkê we û yên mal û milkê YNK bi heder dibin lêpêrsînê bike. Dê lêprsînê di gel yên weke Şanazê ku dîrokek xerap di nav YNK da heye û zerer û ziyaneka mezin gehandiye YNK bike û dbêje:
– Xatûn te ku xeraptirîn tecrûbe di rêvebrina organên YNKê da heye, ji ber şaşiyên te yên di nav komîte û rêxistina Berîtaniyayê, ji nîvê zêdetirê endamê YNK yên rêxistinên derve peywendî bi Tevgera Goran kirine…. tu niha bes mjûlî axavtin, mizayede, bexşîna pere û çêkirina teketula ji bo kongereyê yî, tu dixwazî kongereyek be ku tu bi rêya wê xwe bigehînî serkrdayetiyê… .
– Xatûn Şanaz te mejiyê me bir hindî tu behsa rewşa Silêmaniyê û xizimeta wê dikî. Manê xwariziyê te bixwe berpirsê ber (pejayî) û behir (deryayî) yê dever û Silêmaniyê ye, qey çiye eger êvariyekê digel hildana qedeha şeraba granbuha û pêxistina cigareya Marlboro ya elmanyayî telefonekê bo bike û jê re bêje “bawke” heta mala me were, ez bawer dikim dê were, jê bipirse kî ji kêmxemiya xizimetkirina Silêmaniyê berpirsiyare, tu bêjî bersivê nezane? Tu bêjî ku ew nizane pareyê cadeya sed metirî (budceya pirojeyê cadeya sed metrî li Silêmaniyê) li kuderêye?
Weke tê zanîn, YNK xwe ji bo kongeryê amade dike û şerê navbera bal û baskên nav YNKê jî germ dibe. Şerê gerim di navbera sê baskên YNK; baskê malbata Talebanî, baskê malbata Îbrahîm Ehmed û baskê Kosret Resûl daye.
Dema şerê navbera malbata Îbrahîm Ehmed û malbata Talebanî da gerim dibe, hîngê baskê Kosret Resûl dikeve pêş û bi hêz dikeve. Hin caran jî malbata Îbrahîm Ehmed û malbata Talebanî li dijî baskê Kosret Resûl nêzîkî hevd bin.
Di dema pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê da nakokî di navbera malbata Îbrahîm Ehmed û malbata Talebanî da hebû, ji ber hindê destê Kosret Resûl vekrî mabû û li gor xwe wezîr, seroka parlametoyê û berpirsên den hilbijartin.
Eger di dema bestina kongereyê da ew nakokî di navbera malbata Îbrahîm Ehmed û malbata Talebanî de berdewam bin, dê kongere di xêra baskê Kosret Resûl da be. Lê ew îhtîmal jî heye ku her du malbat, malbata Îbrahîm Ehmed û malbata Talebanî di kongereyê da li dijî kutleya Kosret Resûl hev bigirin.
Nûçe/Analîz
NH