Cîhan

Korona nirxê pereyê 3 welatên bûhatir kir

Piştî ku 3 welatan ragihandin ku metirsiya virusa Koronayê bi awayeke serkeftî derbas kirine, nirxê pereyê wan jî li bazara cîhanê de giranbûhatir bû.

Li gor zanyariyên CNBC welatên Awusturalya, Zelanda Nû û Koriya Başûr piştî ku li ser metirsiyên virusa Korona Kovid-19 de serkeftî bûn, her wiha bazara wan dîsa dest bi danustandinan kir û aboriya wan jî dîsa ber bi pêşve diçe. Eve jî wiha kir ku berhemhêner berê xwe bidin van welatan.

Awusturalya 6.725, li Zelanda Nû 1.124 û Koriya Başûr 10.752 kes pêketiyên Kovid-19 ê bûbûn.

Back to top button